TJA li Sêrtê tev li kampanyaya honandina keziyan bû û wiha got: “Keziyên me berxwedan e, rojava rûmeta me ye.”
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Jinên Sêrtî tev li kampanyaya honandina keziyan bûn. Jin pankarta “Keziyên me berxwedan e û Rojava rûmeta me ye” li avahiyê DEM Partî û DBPê daliqandin û kezîyên honandin.

Jinan piştî honandina keziyan çalakiya xwe bi berzkirina diruşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Rojava rûmet e rûmeta me ye” bi dawî kirin.














