Hunermenda Kurd Yelda Abbasî ya ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li mala malbata xwe ya li Meşhedê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Li gorî raporên hatine belavkirin, hunermenda Kurd Yelda Abbasî ya ji navçeya Şîrvanê û li Almanyayê dijî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li mala malbata xwe ya li Meşhedê hatibû binçavkirin, hat berdan. Li gorî raporê, Yelda Abbasî ji ber çalakiyên xwe yên têkildarî tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye binçavkirin û berê der barê wê de salek cezayê girtîgehê hatibû dayîn.
Hat diyarkirin ku zarokek yek sal û nîv ê Yelda Abbasî heye û li Almanya dijî û ji bo betlaneyên Noelê bi hevjînê xwe û zarokê xwe re hatibû serdana malbata xwe ya li Îranê.












