Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser peymana di navbera hikumeta demkî a Sûrî û HSDê got ku ew piştgiriya vê paymanê dikin û hêvî dikin ji bo mafê Kurdan bibe bingeh.
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî têkildarê peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî a Sûrî de daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Xê parve kir.
Barzanî diyar kir ku ew pêşwazî û piştevaniya lihevhatina navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê dikin ji bo rawestandina şer, têkelkirina saziyên leşkerî û kargêrî, misogerkirina mafên medenî û perwerdehiyê yên gelê Kurd û vegera koçberan bo ser cih û warên wan.
‘Pêngaveke girîng e’
Nêçîrvan Barzanî di parvekirina xwe de wiha berdewam kir: “Ev lihevhatin pêngaveke girîng û durist e ji bo çareseriya aştiyane û bidawîanîna aloziyan. Me her tim teqez kiriye ku diyalog, hevfêmkirin û rêyên siyasî, tenê dergeh in ji bo dîtina çareseriyeke berdewam ku di berjewendiya hemû aliyan de be.”
‘Aramî ji bo tevahiya Sûrî’
Barzanî ji bo peymanê heviyên xwe jî anî ziman û wiha got: “Ev lihevhatin zemîneyeke bihêz ji bo tenahî, aştiya civakî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyan xweş dike. Em hêvîdar in bibe cihê avakirina Sûriyeyeke yekbûyî, parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra bihêt de û bidestveanîna aramiyê ji bo Sûriye û herêmê bi giştî.”













