Hêzên Îsraîlê ku piştî rejîma Beşar Esad heta niha bandora xwe ya li Başûrê sûriyê zêde dike, cardin ketin gundewarên Quneytîra û Derayê.
Di demek Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi piştgiriya Tirkiyê êrişan tîne ser Rêveberiya Xweser, Îsraîl bandora xwe ya li başûrê Sûriyê zêde dike. Li gorî agahiyan yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 2 erebeyen pêk dihat ji girê Ebû Xeysar ê başûrê Quneytîrayê ve ber bi rojavayê gundê Seyda Hanût ve çû.
Gule barandin, bendên kontrolê danîn
Hate diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê bi awayekî ketober gule avêtin zeviyekî çandiniyê ku tu kes lê tune bû. Yekîneyeke din ku ji 5 wesayîtên zirxî pêk dihat, ber bi herêma Siriyet El Wadî ya li rojavayê Derayê ve ket rê û li ser rêya Wedî Cumle bendeke kontrolê danî.
Hate diyarkirin ku yekîneyê derdor kontrol kir, piştre vekişiya. Ev bûyer bû sedema tirsê di nava şêniyên herêmê de.













