Serokê YNKê Bafil Talebanî ragihand ku hemû Kurd xwedî heman çarenûsê ne û got: “Em bi rihê neteweyî li dijî teröre têbikoşin.”
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî têkildarî salvegera teqînên 1ê Sibatê li dijî baregehên PDK û YNKê hatîne pêkanîn, peyamek belav kir. Di peyamê de hat gotin ku ji bo têkoşîna li dijî terorê û parastina armancên xwe ew ê bi ruheke kurdewarî xebatê bikin.”
Ruhê kurdewar
Bafil Talebanî diyar kir ku hemû Kurd xwedî heman çarenûsê ne û got: “Ji bo têkoşîna li dijî terorê û parastina armancên xwe bi ruheke kurdewarî bixebitin.” Bafil Talebanî da zanîn ku kir ji bo gel, ax û neteweyeyê pêwîstî bi pabendî hevkarî, biratî û yekîtîyê heye.
Derbarê bûyerê de
Hêjayî gotinêye ku roja 1ê Sibata 2004an de li dijî baregehên YNK û PDKê yên li bajarê Hewlêrê di dema merasîma Cejna Qurbanê de du teqînên hemwext hatin pêkanîn û di encamê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.










