Li Mûşê polîsan êrişê welatiyên ku bi banga Platforma Saziyên Demokratîk kom bibû kirin. Di êrişê de 2 welatî bi lêdanê hatin binaçavkirin.
Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk li Mûşê bi sedan kes li navenda bajêr li hev kom bibûn. Di çalakiya ku bi wesîleya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re hat lidar xistin de Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axaftinekî kir û gel piştevaniya xwe ji bo Rojava diyar kir.
Piştî daxuyaniyê polîsan hewl da pêşî li belavbûna girseyê bigire û gotin “Hûnê yek bi yek belav bibin.” Girseya ku nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da bi berzkirina dirûşmeyan xwest bimeşe. Li ser vê yekê polîsan êrîş bire ser gel. Di encama êrîşê de 2 kes ji hêla polîsan ve bi êşkence û lêdanê hatin binçavkirin.
Polîs paşî kolan bi barîkatan dorpêç kir û rê li ber rojnamevanan girtin.













