• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

    PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

    Parêzgarê Hesekê: Bi ruhê berpirsyariyê tev bigerin

    Parêzgarê Hesekê: Bi ruhê berpirsyariyê tev bigerin

    Li Bucayê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pîrozkirin

    Li Bucayê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pîrozkirin

    Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

    Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

    Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

    Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

    Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

    Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHD: Îşkenceya li dijî penaberan nayê qebûlkirin

Îzmîr / AW

3 SIBAT 2026 - 16:04
Kategorî: ROJANE
A A
Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê derbarê îdîayên îşkence û muameleya xirab li dijî du penaberên Sûriyeyî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku îşkence sûc e û divê zimanê nefretê û polîtîkayên cudakar demildest werin rawestandin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, ji bo balkişandina li ser îşkence û şîdeta ku li dijî penaberên Sûriyeyî Muhemmed Salih Xelîl û Veys Xelîl hatiye kirin, li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Şaxê Revşen Yildiz ve hate xwendin.

Revşen Yildiz destnîşan kir ku dewlet mecbûr e li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û got ku her du ciwanên xwediyê statuya “parastina demkî” di 7ê Kanûna 2025’an de ji aliyê polîsan ve hatine sekinandin. Yildiz got ku polîsan bi hinceta kontrola GBTyê her du ciwan xistine wesayîteke sivîl a spî û li wir îşkence li wan kirine.

‘Êrîş li ser aştiya civakê ye’

Revşen Yildiz anî ziman ku îşkence û heqaret ne tenê di nav wesayîtê de, lê piştî ku her du ciwan birine mala xwe û di dema lêgerîna malê de jî berdewam kiriye.

Yildiz got: “Polîsan bi zimanekî nîjadperest û cudakar gef li ciwanan xwarine û ji wan re gotine ‘Vegerin welatê xwe, em ê we dersînor bikin.’ Ev helwest ne tenê binpêkirina mafên kesan e, di heman demê de jî êrîşek li ser aşitiya civakî ye.”

Yildiz destnîşan kir ku nasname an jî statuya hiqûqî ya kesekê çi bibe bila bibe, tu wezîfedarê dewletê mafê bikaranîna şîdeta fîzîkî an jî psîkolojîk nîne û got: “Tirkiye li gorî xala 17’an a Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî mecbûr e ku derbarê îdîayên îşkenceyê de lêpirsînek serbixwe û bi bandor bimeşîne.”

Daxwaziyên ÎHDyê

Revşen Yildiz di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku her du ciwanên ku niha li Navenda Vegerandinê ya Harmandalî ya Îzmîrê ne û di bin xetera dersînorkirinê de ne, divê demildest werin berdan.

Yildiz daxwaziyên ÎHDyê wiha rêz kir:

-Divê derbarê polîsên ku îşkence li ciwanan kirine de lêpirsînek bêalî û bi lez bê destpêkirin.

-Divê kiryarên ku li ser bingehên cudakarî û nîjadperestiyê têne kirin bê ceza nemînin.

-Divê zimanê ku şîdeta li dijî penaberan rewa dike bê terikandin.

-Divê penaberên ku di bin gefa dersînorkirinê de ne neyên bêdengkirin.

ÎHDyê di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku ew ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.

Etîket: ÎHDîşkenceİzmirpenaberPolîs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîsan êrişî Newroza Kocaeliyê kirin: 8 kes hatin binçavkirin

Polîsan êrişî Newroza Kocaeliyê kirin: 8 kes hatin binçavkirin

21 ADAR 2026
Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

21 ADAR 2026
Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş xwestin Baştaş û Ayik bên berdan

Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş xwestin Baştaş û Ayik bên berdan

21 ADAR 2026
Xizmên Windayan faîlên Îkbal Yaşar pirsîn

Xizmên Windayan faîlên Îkbal Yaşar pirsîn

21 ADAR 2026
Li Çîgîliya navçeya Îzmîrê agirê newrozê hat pêxistin

Li Çîgîliya navçeya Îzmîrê agirê newrozê hat pêxistin

18 ADAR 2026
Polîsan sîxûrî li xebatkarê Yenî Yaşamê ferz kir

Polîsan sîxûrî li xebatkarê Yenî Yaşamê ferz kir

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pîrozbahiya li çiyayên Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Amedê wêneyên biryardariya azadî û yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sozdar Avesta peyama Abdullah Ocalan xwend

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîmenên rengîn û ruhê Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Amedê bi slogana ‘Yek e Kurdistan yek e’ bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (850)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne