Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê derheqê Îsmaîl Hunerlîce de ji ber “Tehrîkkirina kîn û dijminatiyê di nav gel de” û “Tehrîkkirina bi awayekî eşkere ya ji bo sûcan” gilî kir.
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê derheqê emdamê Cemaata Îsmaîl Aga, Îsmaîl Hunerlîce de ji ber “Tehrîkkirina kîn û dijminatiyê di nav gel de” û “Tehrîkkirina bi awayekî eşkere ya ji bo sûcan” gilî kir. Îsmaîl Hunerlîce li ser hesabê xwe yê Xê dîmenk parvekiribû bang li leşkerên Tirk kiribû ku Kurdên piştgiriya Rojava dikin hemûyan bikujin.
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê li ser hesabê xwe yê Xê da zanîn ku wan li dijî Îsmaîl Hunerlîce ji ber “Tehrîkkirina kîn û dijminatiyê di nav gel de” û “Tehrîkkirina bi awayekî eşkere ya ji bo sûcan” ku gotinên nefretê kiriye gilî kirin e. Navendê xwest ku derbarê Hunerlîce de lêpirsîn bê destpêkirin. Navendê got: “Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em li dijî her cure gotinên kîn û nefretê ne.”













