• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    45 ton derman şandin Rojava

    45 ton derman şandin Rojava

    Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

    Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

    Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

    Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

    Karawana Şaran resaye Pirsûs

    HDK: Yekitî û têkoşîna me dê êrişan têk bibe

    Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

    Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

    Hunermendên Rojava bang kir: Bibin dengê gelê Kurdistanê

    Hunermendên Rojava bang kir: Bibin dengê gelê Kurdistanê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    45 ton derman şandin Rojava

    45 ton derman şandin Rojava

    Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

    Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

    Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

    Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

    Karawana Şaran resaye Pirsûs

    HDK: Yekitî û têkoşîna me dê êrişan têk bibe

    Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

    Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

    Hunermendên Rojava bang kir: Bibin dengê gelê Kurdistanê

    Hunermendên Rojava bang kir: Bibin dengê gelê Kurdistanê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermendên Rojava bang kir: Bibin dengê gelê Kurdistanê

Qamişlo / AW

4 SIBAT 2026 - 14:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên çand, huner û wêjeyê bang li hemû hunermendên Kurd kirin û gotin: “Li gorî sekn û pîvanên welatperweriya rast a Bavê Teyar danîne, li her qada lê ne bi vê berpirsyariyê tev bigerin û bi rola xwe ya pêşengiyê ji her demê xurttir rabin û bi hunera xwe bibin dengê gelê Kurdistanê.”

Piştgiriya ji bo şoreşa Rojava li her qadê bi awayeke bê navber didome. Hunermendên Kurd yên ku bi sekn û hunera xwe di pêvajoya seferberiyê de cih girtin, evcar bi awayekî girseyî daxuyaniyek hevpar dan ji bo raya giştî.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Desteya Çand û Ronakbîriyê, Meclisa Wêjeyê û Yekitiya Hunermendan li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Gelek hunermend tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev qonax ne tenê qonaxeke şer û çekan e, lê di heman demê de qonaxeke exlaqê mirovatiyê, wijdan û hunerê ye.

‘Rola hunermendan roleke pêşengiyê bû’

Di daxuyaniyê de behsa têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê hat kirin û hate gotin: “Ev têkoşîn ji berxwedanek leşkerî û polîtîk wirdetir, îfadeyek rojane ya heyîna gelê Kurd e. Di xwedîderketina gel a li vîna ku li Rojavayê Kurdistanê derketî holê de, rola ku hunermendên Kurd lîstî ne rolek duwemîn bû, roleke dîrokî, sereke û pêşengiyê bû. Ev sekn û helwesta hunermendên Kurd ne nû ye. Ji Ayaz û Erdelanan bigire heta Hozan Sefkan, Hozan Mîzgin, Hozan Serhed, Sarya Baran, Xelîl Dag, Delîla, Sîpan, Berçem û Bavê Teyar û bi sedan hunermendên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, li hemberî înkar, qirkirin û zilma li ser gelê Kurd tê meşandin, xeta hunera rast bi pîvanên etîk û estetîk di seknên xwe de diyar kirine û danîne holê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sekna hunermendên Kurd a îro li derdora têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê derketî holê jî berdewamiya vê xeta berxwedanê ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, li gel hunermendên li Rojavayê Kurdistanê, bi sedan hunermendên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ne tenê bi berhemên xwe, di meş û çalakiyên piştgiriyê de li kolanan li tenişta gel cih girtin û pêşengî kirin. Bi vê boneyê huner ji qadên ewle derxistin; li hemberî zilmê huner vegerandin têkoşîn û berxwedanek bi beden, deng, vîn, berpirsyartî û wijdanî.

‘Ev seknek exlaqî û dîrokî ye’

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku li Rojavayê Kurdistan gelek hunermendan ji bo parastina xak, gel û rûmeta gelê xwe enstûrmanên xwe danîn, dest avêtin çekan, ji bo bergiriya êrîşên hovane yên li ser gelê Kurd hatin meşandin çûn eniyên şer û wiha berdewam kir: ” Ev ne nakokiyeke bi hunerê û sekna hunermendan re. Nîşaneya wê rastiyê ye ku, ka li ser van axan hunera rast çawa tê kirin. Ji ber li ser vê axê huner ji jiyanê ne qut e; awayekî parastina jiyanê bi xwe ye. Lewma divê sekna hunermendên Kurd a bi têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê û çalakiyên xwedîderketina li vê têkoşînê re derketî holê ne tenê weke bijartekek estetîk, weke sekneke exlaqî û dîrokî bê dîtin. Ev sekneke. Cihê xwe û rola xwe ya di têkoşîna azadiyê de diyarkirin e. Ji ber di demên wisa dîrokî de an wê hunermend bi bêdengiya xwe xizmetê ji zalim û desthilatdaran re bikin, an jî wê bibin bîr û hişê civaka xwe ya li hemberî her cure serdestî û zilmê tê dikoşe. Ji ber sekna wan a bi exlaq û wijdanî, helwesta wan a zana û şiyar, têkoşîna wan a hêjayî pîvanên mirovbûn û jiyana azad, em spasî û malavayiyê li hemû hunermendên Kurd ên di vê qonaxê de mil bi milê gelê xwe di qadên têkoşînê cih girtin û rola pêşengiyê lîstîn, dikin.”

‘Hunermendan sînorên çêkirî ji holê rakir’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li welatê me huner awayekî berxwedanê ye. Di vê dema têkoşînê ya hebûn, maf, azadî û xwebûnê ya gelê Kurd de, dîsa erk û berbirsyartiyên mezin dikevin ser milên hunermendan. Dibe ku cara yekê be li derdora têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di bîr û bawerî, zanebûn û sekin, vîn û giyan, helwest û têkoşîna xwe de evqas bû yek û sînorên çêkirî bi helwesta xwe ya netewî parçe û bê wate kir. Divê hunermendên Kurd bi berhemên xwe bikarin vê rastiya dîrokî, daneheva ku dikare rêya bi destxistina hemû mafên gelê me veke vegerînin berhemên mezin, di hevgirtin, yek kirin û xurtkirina têkoşîna azadiyê de bi her awayî rola xwe ya pêşengiyê ji vir û şûn ve jî bidomînin. Ev rol û berpirsyartiyek dîrokî, qedirbilind û pîroz e.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hunermendên Kurd hate kirin ku li gorî sekn û pîvanên welatperweriya rast ên Bavê Teyar danîn holê, li her qada lê ne bi vê berpirsyariyê tevbigerin; ji bo neteweya demokratîk û yekitiya neteweyî bi rola xwe ya pêşengiyê ji her demê xurtir rabin û bikaribin bi hunera xwe bibin dengê gelê Kurdistanê.

Etîket: hunermendên RojavaRojava
FacebookTweet

Nûçeyên Din

45 ton derman şandin Rojava

45 ton derman şandin Rojava

4 SIBAT 2026
Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

4 SIBAT 2026
Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

4 SIBAT 2026
Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

4 SIBAT 2026
Heyeta Fransayî serdana YPJê kir

Heyeta Fransayî serdana YPJê kir

3 SIBAT 2026
Bijîşkên Sînor Nenas li ser riya Rojava ne

Bijîşkên Sînor Nenas li ser riya Rojava ne

3 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (161)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne