Hevserokê CDK-Fê Azad Dogan diyar kir piştî 15ê Sibatê, Peymana Fransayê wekî dubareya peymana Sykes Picot ê ye û got: “Bi vê komployê xwestin gelê Kurd ji qirkirine derbas bikin. Heta ku statuya Rojava were naskirin em ê qadan neterikînin.”
Piştî êrişên Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê li ser Rojava, tevahiya cîhanê li dijî van êrişan rabû. Bi berxwedana gelê Kurd, di 30yê Çile de peymanek hate îmzekirin. Hevserokê Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Azad Dogan têkildarî seknên li Ewropayê yên li dijî êrişên ser Rojava ji Ajansa Welat re axivî.
‘Peymana li Parîsê wekî dubareya Sykes–Picot hat dîtin’
Azad Dogan diyar kir ku piştî civîna li paytexta Fransa Parîsê ya ku HTŞ, Îsraîl û Amerîka jî tê de bûn, biryara êrişên li ser Rojava hat dayîn û wiha got: “Piştî vê civînê, di nav gelê Kurd de li dijî Fransa, Îsraîl, Amerîka û Sûriyeyê hêrsek mezin çêbû. Ji ber ku Fransa û Îngiltere mîmarên Peymana Sykes–Picot bûn. Bi vê peymanê Kurdistan bû çar perçe û sedema wê hezaran Kurd jiyana xwe ji dest dan, milyonan jî koçber bûn. Qiyametek mezin li ser gelê Kurd pêk hat. Ji ber vê yekê, gelê Kurd civîna Fransayê wekî dubareya Sykes–Picot dît û li dijî wê bertekek pir mezin derket holê. Ew bertek ewqas mezin bû ku dewleta Fransa û Îsraêl daxuyanî dan û gotin, ‘Di vê peymanê de Kurd derbasnebûne û peyman ne li dijî gelê Kurd e.’ Lê gelê Kurd li qadê rola van dewletan dît û bi gotinan ne qenaet kir. Amerîka û Fransa ku endamên Koalîsyona Navneteweyî ne, piştî peymana Parîsê helwesta xwe guherandin û bi DAIŞa nûjen re hevkarî kirin. Bloka Ewropa û Amerîka xwe wekî parazvanên mirovahiyê nîşan dide, lê di pratîkê de bi wan kesên ku jinê bi heramî û hovîtî dibînin re hevkarî dike.”
‘Em ê politîkayên Ewropayê deşîfre bikin’
Dogan bibîrxist ku dema êrişên li ser Helebê dest pê kirin, şandeyekî Ewropa çû Şamê û got: “Di êrişên li ser Helebê de hezar û 200 Kurd jiyana xwe ji dest dan. Xwîna wan li destê Ewropa û Amerîkayê ye. Kurd van dewletan wisa nas dikin. Em ê jî politîkayên Ewropayê deşîfre bikin. Li qadan em dibêjin ku hûn bi çeteyên selefî re hevkarî dikin. Gelek welatiyên Fransayê jî wisa difikirin û dibêjin ku dewletên Koalîsyonê divê êdî maskeya xwe derxin, ji ber ku gotin û çalakiyên wan bi hev nagirin.”
‘Dewletên Ewropa bûne hevkarên sûcan’
Azad Dogan diyar kir ku YPJ pêşeroja jinên cîhanê ye û got: “YPJ bû pêşeroja jinên Ewropayê. Di êrişa yekemîn ya HTŞê de çi pêk hat? Di serî de peykera jina şervan hat armanc kirin. Dewletên Ewropa jî bi bêdengiya xwe bûne hevkarên van sûcan. Heke di Peymana Fransayê de rola wan tine bû, divê li sehayê xwe îspat bikin. Em êdî bi tenê ji gotinan bawer nakin. Fransa û Amerîka wekî garantor hatin destnîşankirin, lê dema êrişên li ser Helebê pêk hatin, ev dewlet bêdeng man. Îro peymanek nû hatiye îmzekirin, lê gumanên gelê Kurd gelek in. Ji ber ku pratîkên peymanên berê di bîra gelê Kurd de ne. Dibe ku li pişt vê peymanê jî şert û sekna bêrawestî. Îro hê jî li Kobanê dorpeç heye; şîr, av û xwarin nayên hiştin ku derbas bibin. Li dijî vê rewşê yên ku bersivê didin gelê Kurd dostên wî ne. Em ê her dem li qadan bin û li dijî êrişan berxwedan bikin. Heta ku statuya Rojava bê naskirin, em qadan terk nakin.”
14ê Sibatê li Strasburgê meşa girseyî
Azad Dogan destnîşan kir ku Serokê Gelê Kurd êrişên li ser Rojava wekî komploya duyemîn pênase dike û got: “Komploya yekemîn di 15ê Sibatê 1999’an de pêk hat. Serok Apo û gelê Kurd bi têkoşîna xwe wê komployê vala derxistin. Ev komploya duyemîn jî bi destê heman hêzên komplogeran tê meşandin. Bi vê komployê xwestin gelê Kurd bi qirkirinê têk bibin. Li Helebê hezar 200 kes bi vî awayî hatin kuştin. Gelê Kurd van komplogeran baş nas dike. Ji ber vê yekê em ê her dem li qadan bin. Di 14ê Sibatê de em ê li Strasburgê meşeke girseyî li dar bixin. Em ê ji bo azadiya Serok û statuya Rojava bimeşin. Em bawer dikin ku bi yekîtî û têkoşînê dikarin vê komployê vala derxin.”
‘Heta ku statuya Rojava bê naskirin em ê her dem li qadan bin’
Azad Dogan got ku di çalakiyên li Ewropayê de herî zêde dirûşmeya “Yek e, yek e, gelê Kurd yek e” hat berzkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî êrişan gelê Kurd bi yek deng bersiv da. Di çalakiyên me yên li Ewropayê de rihê yekîtî û hevkariya gelê Kurd derket holê. Piraniya kesên li qadan ciwan bûn û şev û roj li qadan man. Min ji ciwanek pirsî ku rewşê çawa dibîne, wî bersiv da: ‘Ev rojên hebûn û nebûnê ne.’ Gelê Kurd bi vê seknê bi hêz derket qadan. Ji vir û pê ve jî em ê heta ku statuya Rojava bê naskirin, gelên Efrîn û Serêkaniyê vegerin malên xwe û mafên gelê Kurd bi temamî bêne naskirin, her dem li qadan bin.”








