• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ozturk: Bi Sykes-Picoteke nû nikarin çareseriyê bînin herêmê

Mahmût Altintaş / AW

17 ÇILE 2026 - 09:58
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevberdevkê Têkiliyên Dervê yê DEM Partiyê Berdan Ozturk têkildarî êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê li dijî Rojava anî ziman ku dewletên navneteweyî li gorî berjewendiya xwe tevdigerin û got: “Bêjin em ê carek din bi Sykes-Picotê Rojhilata Navîn dîzayn bikin, ew hesab naçe serî.”

Çeteyên HTŞê û SMOyê bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe didomînin. Piştî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Dêr Hafir û Bendava Tişrînê jî êrişên komên çete berdewam dikin. Êrişên li ser herêmê û aloziyên derketinê ji aliye raya giştî ya Kurdistanê ve bi hêrs û fikar tê şopandin. Her wiha bi naybenkariya hezên koalîsyonê ji bo rawestandina êrişan hevdîtin berdewam dikin. Her wiha derbarê êrişên çeteyan de, di qada navneteweyî de çi tê gotin û dîplomasiyeke çawa tê pêşxistin ji aliye raya giştî ve tê meraqkirin. Hevberdevkê Têkiliyên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berdan Ozturk, êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatên diplomasiyê ji Ajansa Welat re nirxand.

‘Ev rejîm jî wekî rejîma berê êrişî gel û baweriyan dike’

Berdan Ozturk bi lêv kir ku hikumeta HTŞê li dijî daxwazên netew û baweriyên li Sûriyeyê polîkayên êrişê dide meşandin û wiha got: “Weke rejîma beriya xwe polîtikayên li dijî netew û baweriyan didomîne. Gelên Sûriyeyê di serî de gelê Kurd ji bo daxwazên xwe daketine kolanan û 15 sal berê şerekî navxweyî derket holê. Divê dewletên herêmê jî ji vê rewşê derseke bigirin. Bi polîtikayên tunehesibandin, zext û tundiyan tu kes nikarê bigeheje çareseriyeke.”

‘Tunehesibandin dê tevliheviyê kûr bike’

Li ser rewşa niha li Sûriyê derketiye holê jî Ozturk anî ziman ku firsetek girîng li pêşiya Sûriyê heye û wiha domand: “Tirkiye bi HTŞ û komên din ên girêdayî xwe re ji bo Kurd nebin xwedî destkeftî gefên êrişê dixwe û tevliheviyê derdixînin. Divê rastiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn berbiçav bigirin û çareseriyê pêşbixînin. Bi desthilatiya Şara û tunehesibandina netew û baweriyan li Sûriyeyê çareseriyeke mayindê pêknayê. Di dawiyê de dîsa tevlihevî dê çêbibe.”

‘Tirkiye û Îsraîl li ser çarenûsa gelan bazariyê dikin’

Ozturk bal kişand ser civîna Parîsê ya di navbera Îsraîl û HTŞê de pêkat û anî ziman ku Îsraîl û Tirkiye li ser çarenûsa gelên din bazariyê dikin. Ozturk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîmên ku li ser tunehesibandina netew û baweriyan avabûyê divê be guherandin. Divê ew heşmendî biguherê. Aramî bi awayî pêktê. Bi nêzikatiyê sed sal berê vê bersiv bidin daxwazên gel dê encame de têkbiçin. Tirkiye dibêje Kurd û Îsraîlê li hev kirinê lê li ser berjewendiyên destkêftiyên Kurdan ji holê rakin Tirkiye bi Îsraîlê re li hev dike.”

‘Fîdan wekî wezîrê Sûriyê tevdigere’

Ozturk gefên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bi bîr xistin û diyar kir ku Fîdan weke ne Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê lê yê Sûriyeyê be, tevdigere. Ozturk li ser mijarê ev nirxandin kir: “Bi Sykes-Picotek din dixwazin careke din Rojhilata Navîn dîzayn bikin lê ev hesab naçe serî. Divê Tirkiye ne li Sûriyê pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bike. 50 sal e hemû derfetên şer bikaranîn lê nekarîn çareser bikin. Niha firseteke mezin heye. Lê vê firsete baş bikarnaynin. Hewil didin li Sûriyê jî meseleyan bêyî Kurdan çareser bikin. Ew jî tu encameke nade. Bêyî Kurdan nikarin tu hesaban bikin.”

‘Li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin’

Di berdewama axaftina xwe de Berdan Ozturk tekildarî dîplomasiya Kurd a li qada navneteweyî jî axivî û wiha domand: “Dîplomasiya gelê Kurd li her qadê ji bo berjewendiyên gelan biparêze tevdigere. Bêguman di aliyê dîplomasiya dewletan de kêmderfetî hene. Lê her welatekî xebatên dîplomatîk hene, Amerîka jî di nav de lê dewletên desthilat dixwazin li gor berjewendiya xwe Rojhilata Navîn dizayn bikin. Di vir de dîplomasiya em bikin dîplomasiya gelan e. Niha şûn ve jî xebatên me yên dîplomasiyê ya bi gelan re dê xurtir berdewam bikin.”

‘Ne bi gotinan divê li qadan sekna xwe nîşan bidin’

Berdan Ozturk derbarê bêhelwestbûna civaka navneteweyî de jî anî ziman ku ne tenê şermezar kirin lê helwest hewce ye û wiha pê dê çû: “Rûmeta mirovahiyê li Kobanê serket. Ji bo wê jî ne tenê bi gotinan diviya li qadan bi helwesta xwe nişan bidana. Ew êriş û rewş ne tenê ji bo Rojava, ji bo tevahiya dinyayê xetere ye. Divê ew jî hilbijartineke bikin; Heşmendiyeke weke HTŞê û Tirkiye dê Sûriyeyê dizayn bikin an kesên li dijî heşmendiya DAIŞê şer kirinê dê dîzayneke demokratik û wekhev bidin Sûriyeyê? Em di hevdîtinên xwe de jî me van pirsan dikin û van tiştan tînin ziman.”

‘Pêwistiya Kurdan bi yekîtiyê heye’

Têkildarî bandora pirsgirêka Sûriyê li ser deverên din jî Ozturt daxuyand ku pêşeroja Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dê bandor li ser Ewropa û deverên din ên cîhanê jî bike. Ozturk ev tişt gotin: “Dê piştgiriya çi bikin; Heşmendiya DAIŞê an heşmendiya kesên li dijî DAIŞê şer kirine? Heke piştgiriya heşmendiya HTŞê bikin xetere heye ku careke din xwîn birije. DAIŞê li her derê Ewropayê êriş pêkanîn. Niha piştgiriya vê heşmendiyê bikin dê bandor li ser wan jî bike. Heke şer belav bibe dê gelek xwîn birije. Di dawiyê de dîsa çareseriya ku daxwazên gel esas digire, dikare pêk were. Birdoziya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan ji bo hemû Rojhilata Navîn û gelê bindest ronahiyeke. Divê ew firset baş bê bikaranîn. Yek jî ya derketiyê holê yekitiya neteweyî ye. Divê em yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin.”

 

Etîket: Berdan Ozturkçeteyên HTŞê û SMOyêHelebRojavasykes-picot
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

19 NÎSAN 2026
Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

19 NÎSAN 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (26)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne