Endamên DEM Partiyê, îdiaya Rojnameya Turkiyeyê ya ku dibêje “Abdullah Ocalan xwestiye wêne bikişîne, Fetî Yildiz ê MHP’î ji hevdîtinê derketiye” derevand û diyar kir ku mijarekî wiha qet nehatiye rojevê.
Nivîskara Rojnameya Turkiyeyê Nûr Tugba Aktay îdia kir ku di dema hevdîtina Komîsyona Meclisê ya li Îmraliyê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestiye wêne bikişîne û li ser vê yekê Fetî Yildiz ê MHPî ji hevdîtinê derketiye.
Akta îdia kir ku Abdullah Ocalan daxwaza, “Em wêneyekî bikişînin” kiriye û Fetî Yildiz ê MHPî jî gotiye: “Wêne nabe. Hevdîtin bi dawî bû.” Çavkaniyên ji DEM Partiyê li ser mijarê agahî dan Ajansa Mezopotamyayê îdiaya navborî derevandin. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de der barê kişandina wêneyan de tu axaftin an jî nîqaşek çênebûye.
Çavkaniyên ji DEM Partiyê dan zanîn ku îdiaya navborî “li gorî hesasiyeta pêvajoyê û çarçoveya rastîn a hevdîtinê nîn e” û destnîşan kirin ku nîqaşên li ser mijarên wekî wêneyan, armanc dikin ku “di nava raya giştî de nêrînekî şaş çêbikin.”













