Parêzvana mafên mirovan û xwediyê xelata Nobelê Nêrgiz Mihemedî li dijî bêdaletî, girtin û binçavkirinê dest bi greva birçîbûnê kir.
Malbata Nêrgiz Mihemedî têkildarî rewşa wê li ser hesaba Nêrgiz Mihemedî wê ya fermî peyamek weşand. Li gorî peyama hatî belavkirin, Nêrgiz Mihemedî serê vê mehê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hate gotin ku Nêrgiz Mihemedî li dijî binçavkirina xwe, neheqî û girtina xwepêşanderên gelên Îranê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Di peyamê de hate daxuyandin ku Nêrgiz li dijî destûr nedana hevdîtina bi malbatê re nerazîbûn nîşan daye û dijî zextan rabûye.
Di 12ê Kanûna 2025an de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.













