Heyeta Rojavayê Kurdistanê ya payebilind li Hewlerê li gel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot 5ê Sibata 2026an de dest bi serdana hin heyatên Rojhilata Navîn kir. Jean-Noel Barrot di destpêkê de çû Şamê û bi Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta Demkî ya Şamê Esat el Şeybani re hevdîtin kir. Noel Barrot li Şamê daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî re bicive.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re li Hewlêrê civiya.
Rewşa herêmê hatiye nirxandin û gotûbêjkirin
Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew û wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li ser peymana 29ê Çileya 2026an rawestiyane. Her wihe rewşa DAIŞê jî mijara civînê bûye. Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û rêyên parastina girtîgehên malbat û çekdarên girtî yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Parastina taybetmendiya herêmên Kurdî û parastina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê jî berfireh hatin nirxandin. Hat gotin ku her du aliyan jî li ser tevlikirina hêzên leşkerî û ewlehiyê bi hurgilî axivîne û li ser beşdarkirina çawaniya YPJê jî nirxandin hatine kirin.

Wezîrê Fransayî bal kişand ser girîngiya bicihanîna peymanê kir û piştgiriya Fransayê ya ji bo vê qonaxê nîşan da. Jean-Noel Barrot diyar kir ku Fransa piştgiriya vê qonaxa nû dike û ji bo bicihanîna piştgiriyê tişta pêwîst dê pêk bînin.
Jean-Noel Barrot beriya bi Heyeta Rojava re bicive li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Piştî civînê daxuyanî hat dayîn. Nêçîrvan Barzanî ji got ku ji ber serokkomarê Fransayê destek da agirbestê û parastina mafê Kurdan, sipasiya wî kir.
Noel Barrot jî diyar kir ku têkiliyê Faransa û Herêma Kurdistanê ji bo aştî û aramiya heremê girînge û ji bo keda Nêçîrvan Berzanî ya ji bo aştî û aramiyê sipas kir.
Her wiha Heyeta Rojava duh bi şev beriya bi Jean-Noel Barrot re bicive li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û li ser geşedanên Rojava û Sûriyeyê axivîn.
Tê payîn ku Jean-Noel Barrot îro bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re jî bicive.













