Rojnameger Çinar Goktaş ku li herêma başûrê Kurdistanê geşedanên şer ji nêzîk ve dişopîne, diyar kir ku Tirkiye bi balafirên şer gundên herêma başûrê Kurdistanê bombe dike. Çinar Goktaş, da zanîn ku gel bi bertek in.
Tirkiye bi balafirên şer hem Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike û hem jî başurê Kurdistanê bombe dike. Li gorî daneyên ku ajansa ANHA kom kir, ji 28ê mijdara 2024an heta niha di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de 92 welatî hatin kuştin. Êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê jî berdewam dikin. Li gorî agahiyên ku Rojnameger Çinar Goktaş di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de parve kir, balafirên şer ên Tirkiyeyê bê navber gundên herêma başûrê Kurdistanê bombe dike. Çinar Goktaş anî ziman ku balafirên şer ên Tirkiyeyê di 2025 an de êrîşên xwe yên li ser axa Başûrê Kurdistanê dijwartir kiriye û ev agahî parve kirin: “Ji aliyek ve êrîşên hewayî warên sivîlan, gund û derdora wan dike hedef, ji aliyê din ve gelên li gundan dijîn neçar dimînin ku koç bikin. Ji ber êrîşên dijwar, gundî nikarin biçin nava rez û bexçeyên xwe û ev yek dibe sedem ku debara xwe jî winda bikin.”
Çinar Goktaş, da zanîn ku PDKê ragihandiye ku heta fermanek din ketin û derketina gundan qedexe ye. Çinar Goktaş, destnîşan kir ku ji bo sivîl gund û warê xwe biterikînin bi obus û balafirên şer tên topbarankirin û got: “Li gorî şêniyên herêmê sedema van zehmetiyan hevkariya PDKê û dewleta Tirk e. Êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina başûrê Kurdistanê di nava gelê li herêmê de rê li ber nerazîbûnên cidî vedike.”