Artêşa Tirk gundê Xidir El Hesen ê Til Temirê topbaran dike. Duh jî balafirên şer di êrîşa hewayî de 2 zarok û bavê wan kuştibû.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) parve kirin, artêşa Tirk û komên girêdayî wê gundê Xidir Hesen ê bakurê bajarê Til Temirê bi obîsan topbaran topbaran dikin. Agahiyên der barê zerarên topbaranê de nehatin bidestxistin. Li gorî daneyên ANHAyê ji 28ê mijdara 2024an heta niha di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de 92 welatî hatin kuştin û 43 welatî jî birîndar bûn.