Li paytexta Pakistanê Îslamabadê di encama teqînek di mizgeftekê pêk hat de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji destan û bi dehan kes birîndar bûn.
Li paytexa Pakistanê Îslamabadê di mizgeftek aîdî Şîayan de teqînek mezin pêk hat. Di encama teqîna di dema nimêja înê rûdawî de li gorî agahiyên pêşiyê herê kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha di teqînê de bi dehan kes jî birîndar bûn. Li gorî rayedaran bi boneya zêdebûna birîndaran fikar hene ku hejmara miriyan jî zêde bibe. Kesên di teqînê de birîndar bûyîn li rakirin nexweşxaneyên li bajar.
Derbarê sedema hêj agahiyek zelal nîne bes car car tundirawên Sûnî li hemberî îbadetgahên Şîayan êrişên wiha pêk tînin.













