TMMOBa Amedê bi boneya salvegera erdhejên 6ê Sibatê li avahiyê Odeya Endeziyarên İnşaatê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de qurbaniyên erdhejê hatin bîranîn û got, “Polîtîkayên îmarê yên ku bûyerên xwezayî yên asayî vediguherînin karesatan, hawirdora xwezayî wêran dikin.”
6ê Sibatê sala 2026an bi pileya 7.7 û 7.6 li 11 bajaran çêbû 53 hezar kes jiyana xwe dest dan û nezî 100 hezar kes jî birîndar bûn. TMMOBa Amedê li avahiyê Odeya Endeziyarên İnşaatê girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi boneya salvegera erdhejên 6 Sibatê daxuyanî da. Li ser navê TMMOBa Amedê Sekreterya Odeya Endeziyarên İnşaatê Ebrû Aydin daxuyanî xwend.
‘Windahî ne tenê encama erdhejê ye’
Ebrû Aydin bibîr xist ku li heremê heya niha erdheja herî mezin çêbûye lê sedema vê erdhejê ne xweziyê û got: “Berî sê salan saet di 04.17an de li navçeya Bazarcixê û di saet 13.24an de li navçeya Elbistanê ya Mereşê, du erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 pêk hatin. Li gorî daneyên fermî, di encamê de 53.537 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û ev bûyer wekî yek ji karesatên herî mezin ên dîroka welatê me di qeydan de cih girt. Di 20ê Sibata 2023yan de jî erdheja bi pileya 6.4 ku navenda wê Yayladagi ya Hatayê bû, wêraniya heyî kûrtir kir û êşên gelê me qat bi qat zêde kirin. Vê karesata mezin careke din bi awayekî aşkere nîşan da ku; windahiyên hatine jiyîn ne tenê encama erdhejê ne, belkî encama polîtîkayên bajarvaniyê yên li ser bingeha rantê, feraseta plansaziyê ya ji zanistê dûr, mekanîzmayên kontrolê yên kêm û bi awayekî sîstematîk terkkirina berpirsiyariya giştî ne.”
‘Hawirdora xwezayî wêran dikin’
Ebrû Aydin destnîşan kir ku ev pergal mafê gel ê jiyana di hawirdoreke saxlem, ewle, hevseng û rêzdarê hemû zindiyan naparêze û da zanîn ku karesatan wekî qeder nîşan dide û polîtîkayên kêmkirina rîskê yên zanistî naxe meriyetê û wiha pê de çû: “Em wan polîtîkayên îmarê yên ku bûyerên xwezayî yên asayî vediguherînin karesatan, hawirdora xwezayî wêran dikin û di parastina mafê jiyanê yê civakê de bêkêfiyet dimînin; pergalên kontrolkirina avahiyan ên ku tenê li ser kaxîzê dimînin; sepanên ‘veguherîna bajarî’ yên formalîte; etûdên zemînê yên nayên sepandin û pêvajoyên amadekariya karesatê yên ku her tim tên taloqkirin, red dikin.”
‘Bi lezgînî berpirsiyariyên xwe bi cih bînin’
Ebrû Aydin anî ziman ku bi daneyên zanistî li ber çavan e ku di serî de Amed, hemû herêm di kembera erdhejê ya pileya yekem de cih digire û xetên fayê yên aktîf li ber sînorê şikandinê ne. Ebrû Aydin biu bîr xist ku tevî vê rastiyê jî, stoka avahiyên bi rîsk tê nedîtin û bi mîlyonan mirov bi zanyarî di bin metirsiyê de tên hiştin û got: “Bi awayekî lezgîn pakêtên piştgiriyê yên hîbe û krediyan ên li ser bingeha veguherîna di cih de divê ji nû ve û bi awayekî bêdem bêne çalakkirin. Veguherîna bajarî divê ji amûra rantê bê derxistin; bibe polîtîkayeke giştî ku tevna civakî diparêze û mafê rûniştinê yê gel esas digire. Hemû stokên avahiyan divê di bin analîzên rîskê yên zanistî re derbas bibin; pêvajoyên xurtkirin û nûkirinê di bin berpirsiyariya giştî de bi lez bêne destpêkirin. Etûdên zemînê, planên îmarê û mekanîzmayên kontrolkirina avahiyan divê ne wekî formalîte, bi awayekî serbixwe û rastîn werin xebitandin.”














