HRANAyê bîlançoya 41 rojên çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê parve kir û got ku 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 955 kes hatine kuştin û 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî lêkolîn dike.
42 rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li paş ma. Human Rights Activists News Agency rapora xwe ya bîlançoya 41 rojên çalakiyan eşkera kir. Li gorî raporê; 6 hezar û 955 kuştinên piştrastkirî hene û 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 505 çalakvan ji hêla hêzên rejîmê ve hatine kuştin. Hate gotin ku 11 hezar û 630 bûyerên kuştinê jî tên lêkolînkirin. Hat destnîşankirin ku 11 hezar û 21 kes birîndar bûne, 111 jê xwendekar bi giştî 51 hezar û 251 kes hatine girtin, 11 hezar û 48 kes jî ji bo îfade ji wan bê girtin gazî wan kirin. Her wiha hate gotin ku hejmara kesên vîdeoyên “îtîrafan” ku hêzên rejîmê bi darê zorê axaftin pê dane kirin û di medyaya alîgirê rejîmê de hatine weşandin jî gihişt 311 kesan.
Di raporê de her wiha cih da banga Sendîkaya Mamosteyên Alman a ji bo rejîmê ku dixwaze zextên xwe û qetilkirina çalakvanan bi dawî bike. Her wiha rexneyên lîderê ruhanî yê nifûsa Misilmanên Sunî yên Îranê Molavî Abdolhamîd a li dijî bêdengiya alimên olî ya li hemberî cînayet û zextên rejîmê jî di raporê de cih girt.
Her wiha hakemê Premier Lig futsalê Niloufar Mir-Karimi jî ji bo protestokirina rejîmê îstîfa kir û got: “Di demeke xwîna welatiyan tê rijandin de mirov nikare jiyaneke asayî ragire.”













