Li gorî rapora KCDPê ya meha çileyê 22 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 14 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha çileyê de 22 jin hatin kuştin û 14 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sedî 73 jin li malên xwe, ji sedî 50 bi çekan û ji sedî 23 jî ji aliyê mêrên ku pê re zewicîbûn ve hatin kuştin. Rapor nîşan dide ku ev rewş encama tundiya li dijî jinan a ku nayê dîtin e.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji 22 jinên ku hatine kuştin yek jê ji ber hinceta aboriyê hatiye kuştin, yek ji hêla zavayê xwe yê ku keça wê pêşniyara lihevhatinê red kiriye hat kuştin û sedemên kuştina 20 jinan nehat tespîtkirin.
Di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Jin herî zêde ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hatin kuştin. Ji 22 jinên ku di meha çileyê de hatin qetilkirin 5 jê ji aliyê mêrê pê re zewiciye, 3 ji aliyê mêrê ku pê re bû, 2 ji aliyê nasekî xwe ve, 2 ji aliyê bavên xwe ve, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 1 ji aliyê birayê xwe ve, 1 ji aliyê mêrê ku berê ve, 1 ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 1 ji aliyê xizmekî xwe ve û 1 ji aliyê zavayê xwe yê berê ve hatin kuştin. Xizimtiya kesên 4 jinan kuştine nehat tespîtkirin. Di vê mehê de ji sedî 23 jin ji aliyê mêrên ku pê re zewicîne ve hatin kuştin. Jin pir caran li malên xwe hatin kuştin. 16 jin li malên xwe, 3 li kolanê û 2 li cihekî dûr hatin kuştin. Cihê kuştina jinekê nehat tespîtkirin. Ji sedî 73 jinên ku di vê mehê de hatin kuştin li malên xwe hatine kuştin. Jin herî zêde bi çekan hatin kuştin. Ji jinên ku di vê mehê de hatine kuştin 11 jê bi çekan, 5 jê bi xeniqandinê, 4 jî bi tiştên tûj, 1 jê ji jopr ve hat avêtin û 1 jî bi lêdanê hat kuştin. Vê mehê ji sedî 50 jin bi çekan hatin kuştin.
Bajarên rêjeya kuştina jinan lê zêde ne ev in: Edene 1, Enqere 2, Antalya 5, Bartin 1, Çorûm 1, Stenbol 4, Îzmîr 4, Konya 1, Manîsa 1, Mêrdîn 2.
Bajarên ku jin bi awayekî gumanbar lê hatine kuştin ev in: Balikesîr 1, Xarpêt 1, Colemêrg 1, Kutahya 1, Manîsa 1, Mêrdîn 2, Muğla 1, Nevşehir 1, Sakarya 2, Sêrt 1, Riha 1, Tekîrdag 1.













