Hevserokê PYDê Xerîb Hiso tekildarî ambargoya li ser Kobanê anî ziman ku hikumeta Sûriyê ne xwedî îrade ye lê Tirkiye ambargo daniye ser Kobanê û wiha got: “Heke Tirkiye bixwazê dikarê ambargoyê rake. Lê heke ambargo ranebe xetereyeke mezin heye.”
Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di 30ê Çileyê de peymana agirbestê îmze kirin. Piştî peymanê êrişên li dijî Rêveberiya Xweser ku di 6ê Çileyê de destpêkiribûn jî rawestiyan. Ji bo entegrasyonê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de dan û standin jî berdewam dikin. Li gor peymanê li herêmên Rojavayê Kurdistanê Kurd dê rêveberiya xwe bi xwe bikin û HSD jî dê xwe tevlî arteşa Sûriyeyê bike û dê herêmên Rojavayê biparêze. Piştî peymanê di navbera hezên asayîşa Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de li ser bendên kontrolê jî dan û standin pêk hatin. Lê tevî dan û standinan hene jî ambargoya li ser Kobanê berdewam dike. Domandina ambargoya li ser Kobanê di gel de jî fikaran çêdike.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Xerîb Hiso tekildarî peymanê, ambargoya li ser Kobanê, rewşa Efrîn û Serêkaniyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ambargoyeke mezin li ser Kobanê heye’
Xerîb Hiso anî ziman ku Kobanê di bin ambargoyeke mezin de ye û wiha got: “Piştî şer destpêkir rêyên têketina Kobanê hatin girtin. Dorpeçeke mezin li ser Kobanê heye. Tenê rêya Eyn Îsa û Sirînê hebû. Piştî êrişan ew rê jî hatin girtin. Mixabin di vê sedsala ku qala aştî, demokrasî û hiqûqê dikin de Kobanê di bin ambargoyê de ye û hemû pêdiviyên bingehîn ên jiyanî hatinê qutkirin. Ev ambargo bi tenê serê xwe sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ew ambargo ne tenê pêdiviyên jiyanî qût dike heke ji destê van çeteyan û dewletên piştgiriya wan dikin bihata, dê hewayê jî li ser Kobanê qût bikirana. Şermeke mezin e ku mirovahî li hemberî vê ambargoyê bêdeng e. Derman, şîrê zarokan, pêdiviyên bingehîn ên jiyanî û di sukê de jî tiştek nayê dîtin. Qutkirina kehrebe, av û jî berdewam dike. Mirov dê çawa di vêdê rewşe de bijîn. 20 roj in gel di nav ambargoyeke mezin de dijîn û heta kengî dê dê ev yek berdewam bike jî ne diyar e. Netewên Yekbûyî (NY) careke hat û rewş dît lê mixabin li dijî vê rewşê helwesteke bi bandor nîşan neda. Tenê jî bo pakkirina şerma xwe hatin. Ev jî cihê şermê û rexneyê ye. Saziyeke navneteweyî ku ji mafê mirovan berpirsyar e, li dijî vê bêdeng e û piştî çû jî li pey xwe nenêrî.”
‘Hikumeta Şamê ne xwedî biryar e’
Di berdewama axaftina xwe de Xerîb Hiso destnîşan kir ku ji bo rabûna ambargoyê, aliyê Rêveberiya Xweser ve hewldan berdewam dikin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Şandeyeke hevdîtinan dike 2 roj beriya niha jî ji bo rakirina ambargoya ser Kobanê rakin û hevîtinan bi Hikûmate Demkî ya Sûriyeyê Şandeya çû Helebê û ji wan re gotiyê ku çeteyên DAIŞî li gundên ketine tê de talanê dikin. Her wiha şande pirsiye ‘Li Helebê we çima av û kehrebe qût kiriyê?’ li wan kiriye. Şandeya ku ser navê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li hev nêrîne û nekarîne bersivê bidin. Ew jî tê wê wateye ku ne bi biryara xwe ve ambargo danîne ser Kobanê. Bi ambargoyê dixwazin gel teslîm bigirin. Lê ev gel teslîmbûnê nasnake. Di hevdîtinên li Şamê tên kirin de jî ew yek tê nirxandin. Lê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Waliyê Helebê jî ne xwedî biryar in. Lê heke ew ne xwedî biryar bin ev biryar ji ku tên dayîn. Ev biryar ne ehlaqî ne jî hiqûqî ne. Dixwazin gel teslîm bigirin û gel bidin koçberkirin. Lê ji Tikkiyeyê ve jî sînorê Kobanê heye û ew jî tev mayinkiriyê. Dema gel biherikê sînor dê komkujiyeke mezin çêbibe. Ew jî li pêy komkujiyekê ne. Yên ku biryara ambargoya ser Kobanê girtine di heman demê de ferman dane Neteweyên Yekbûyî ku ji Kobanê re alîkariyê nekin. Mixabin bajarekî weke Kobanê îro di bin ambargoyeke bi vî rengî de ye. Bi lêzgînî divê saziyên navneteweyî deriyê sînorê Tirkiyeyê hilweşînin û alîkariyê bigihînin. Ji ber ku Hikûmeta Demkî bê biryar e. Ji bo wê jî divê sînor hilweşînin û alîkariya pêdiviyên bingehîn a jiyanî bigihînin gel. Gelê Kobanê li dijî vê ambargoyê berxwedaneke mezin dide.”
‘Biryara ambargoyê Tirkiye daye’
Xerîb Hiso bi lêv kir ku Tirkiye hem di ambargoya li ser Kobanê û hem jî komploya li dijî Rojava de roleke mezin dilîzê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dewleteke ku di hundirê Sûriyeyê de veşartî ye. Ya ku plana van êrişan çêdike û nahêle ambargo rabe Tirkiye ye. Tirkiye çima li ser ambargoya Kobanê naxivê û deriyê sînor vênake. Tirkiye ji bo pêşketina diyaloga di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî de de kêfxweşiya xwe anî ziman. Heke ji dil be vaye Kobanê li ser sînor e, çima sînor vênake. Diyar e Tirkiye biryara ambargoya li ser Kobanê dide meşandin. Gelê bakur û saziyên navneteweyî dixwazin alîkariyê bigihînin Kobanê lê Tirkiye deriyê sînor vênake. Ew jî diyar e biryarên girîng girtine. Ev yek jî metirsiyê çêdike li ser Kobanê. Heke Tirkiye ji ji pêşketinan kêfxweş be divê ambargoyê rake. Heke ne kêfxweş be baweriyê kêm dike. Metirsî li ser pêşketina diyalogê çêdike. Heke Tirkiye ambargoyê rake li ser pêşveçûna pêvajoyê heviyê dide. Lê heke di ambargoyê de israr bike dê rê li pêşiya şer û komkujiyan veke. Hikumeta Tirkiyeyê ketiye tengasiyê. Gelên Tirkiye jî ji aliyê aboriyê ve di tengasiyê de ne. Divê Tirkiye rewşa xwe jî ber çav bike û vê ambargoyê rake. Nîviya mirovên li Kobanê ji Pirsûsê ne. Qetilkirina gel û zarokan ya bi ambargayê çawa dibe? Tirkiye heke bixwaze dikare ambargoyê rake. Heke ambargo ranebe xetereyeke mezin heye. Biryara Tirkiyeyê ne ya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ye. Ew ne xwedî biryar û îrade ne.”
‘Baregehên Tirkiyeyê hêj jî li Efrîn û Serêkaniyê ne’
Xerib Hiso tekildarî rewşa derketina Tirkiye ya ji Efrîn û Serêkaniyê wiha got: “Şer hat rawestandin, hezên ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî hatin Hesekê û Qamişloyê. Rêkeftin gav bi gav bi şewazeke erênî tê meşandin. Divê Tirkiye jî ji bo pratîkkirina gavên erênî hin gavan bavêje. Anku dikarê êdî ji Serêkaniyê û Efrînê vêkişe. Çawa dibêje ‘em baş dibinin’ divê li gor wê jî baregehên xwe ji Efrîn û Serêkaniyê derxe. Koçberên Efrîn û Serêkaniyê jî vegerin cih û warên xwe. Ji aliyê me ve gav hatinê avetin lê ji aliyê Tirkiyeyê ve tu gav nehatine avetin. Bargehên Tirkiyeyê li Efrîn û Serêkaniyê heye. Komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li wir di tevgere de ne. Heke Tirkiye gav neaveje tenê bi me gavên me ve nabe. Heke Tirkiye ji bo vê pêşketinê ji dil be divê baregehên xwe vêkişîne û ambargoya li ser Kobanê rake. Li aliyê Serêkanî û Tiltemirê ve jî gef hene. Heta beriya demekê ji wî alî ve kom dihatin. Bêdengiya şer û vêgera koçberan a Efrîn û Serêkanî jî bi biryara Tirkiyeyê ve giredayî ye. Divê Tirkiye ji vî alî ve gavan baveje. Heke gavan neaveje û ambargo hebe wê demê ewlehî û aramî pêk nayê. Heke gav neaveje wê demê Tirkiye aramiya Sûriyeyê jî dixetimîne.”
‘Armanca peymanê entegrasyona demokratîk e’
Xerîb Hiso diyar kir ku mijara lêşkerî û vêkişandina lêşkerên HTŞê û HSDê jî di rojên pêş de dê bên nirxandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca vê peymanê yek jî entegrasyona demokratîk e. Bêyî demokratîkbûyinê nabe. Hevdîtinên beriya niha pêk hatine jî pir bi erênî bûn. Ew yek jî nîşaneya entegrasyona demokratîk e. Demokratîkbûyîn dê pêş bikeve. Di peymana din de tenê li ser bêçek hiştina HSDê rawestiyan û xwestin civakê bê çek bikin. Ew yek jî bû sedema binpêkirina peymana 10ê Adarê. Di van 10 rojan de divê merhaleya yekem a entegrasyonê bi dawî bibe. Di nava saziyên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de jî entegrasyon pêk were. Aliyê aborî, sînor û hemû qadên jiyanî de jî entegrasyon dê pêk were. Li ser vê esasê bawerî heye ku dê gav werin avêtin. Ji aliyê siyasî ve têkoşînek dê bê meşandin ku ew pêvajo pêş bikeve û wek hiqûqî di destûra bingehîn de mafê gelê Kurd bê mîsogerkirin. Divê koçberên Efrîn û Serêkaniyê jî bi awayeke ewle vêgerin li mala xwe û rastî tu xeteriyan neyên. Lê di rêkeftinê de xetere jî hene. Berpirsyariya mezin yek jî a Tirkiyeyê ye ku divê gav bavêje.”









