Di çarçoveya peymana navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û HSDê de li balafirgeha Qamişlo hevdîtinek hat lidarxistin.
Şandeya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê îro piştî nîvro hat balafirgeha Qamişloyê. Şandeya Şamê li vir bi şandeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a berpirsyariya wê fermandar Mehmûd Xelîl Elî dike re rûnişt.
Civîn ji ragihandinê re girtî pêk hat. Derbarê naveroka nîqaşên di civînê de hatine kirin dê balafirgehê daxuyanî bê dayîn.












