HRANA ragihand ku di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de heta niha nêzîkî 7 hezar kes hatine qetilkirin û nêzîkî 53 hezar xwepêşandêr hatine binçavkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA têkildarî bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê heta niha 6 hezar û 982 kes hatine qetilkirin, 11 hezar û 22 xwepêşander jî birîndar bûne. Her wiha di xwepêşandana de 52 hezar û 622 xwepêşander jî hatine binçavkirin.
Li gorî rapora HRANA, ji hejmara giştî ya kesên hatîn qetilkirin; 6 hezar û 490 kes xwepêşander bûn, 215 zarok û 65 kes jî welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyîn bûn. Her wiha 214 kes jî endamên hêzên ser bi rejîma Îranê ne.
HRANA da zanîn ku di nav kesên hatîn binçavkirin de 135 xwendekarên zanîngehê hene. Li gel wê 11 hezar û 51 kes ji bo dezgehên ewlekariyê hatine bangkirin. Her wiha 335 kes bi darê zorê ji bo îtîrafê hatine zorkirin.













