* Nûnerên rêxistinên rojnamevanan nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan û diyar kirin ku binçavkirina rojnamevanan li dijî demokrasiye ye û ew ê destûr nedin rojnamevanî û rojnamevan bên sûcdarkirin.
* Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Raîfe Ozbey têkildarî geşedanên di rojevê de axivî û wiha got: “Me got belku pêvajo ber bi başiyê ve biçe tecrîd rabe deriyê Îmraliyê vebe. Lê tecrîdê giran dikin. Heta deriyê Îmraliyê venebe û fikrên wî neyên girtin, baweriya kurdan bi kesekî nayê.”
* Desthilata AKP’ê di 22 salan de nêzî 1 milyon hektar qada daristan û çandiniyê ji kanên madenê û mîmariyê re vekir û qada daristanê kir beton û çolistan. AKP’e di 15 salên ewil de 2 milyon û 652 hezar hektar qadên çandinî û daristanê tune kir.
* Girtiyên nexweş li benda tehliyeyê û dermankirinê ne. Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Orhan Işik anî ziman ku heta ku girtiyên nexweş neyên berdan wê tu daxuyanî û hewldanên ji bo çareseriyê ne jidil bin û peymanên navneteweyî yên ji bo girtiyên nexweş tên binpêkirin.
* Endama Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Ayşe Ergun ku têkildarî Projeya HESê ya li navçeya Erdîş a Wanê hatiye çêkirin got ku dîroka vê projeyê digîhije 1978an û diyar kir ku dixwazin bi vê projeyê Komkujiya Geliyê Zîlan bidin jibîrkirin.
* Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bekir Cerade anî ziman ku ew li ser esasê pergala Netewa Demokratîk perwerdehiya pir zimanî esas digrin û hemû netew bi zimanê xwe perwerde dibinin.
* Dengbêjî di çanda Kurdistanê de xwedî rolek mezin e. Bi xêra çanda dengbêjiyê dîrok, çand û serpêhatiyên kurdan zindî mane û kurdan hebûna çanda xwe parastiye. Dengbêj Mihyedîn Dûymak dibêje dengbêjî civak bi xwe ye. Li gorî wî dengbêj dîroka zindî ye.
* Rojnameger Îkram Balakanî anî ziman ku Medya Kurdan bi MED TV pêş ketiye û got: “Bi pêşengiya MED TV medya kurdî dibe medya Kurdan û Kurdistaniyan.”
* Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçî dê bi minasebeta 9emin salvegera kuştina Tahîr Elçî ji Edliyeya Amedê heta Mînareya Çar Ling meşeke girseyî li dar bixe (10.30)