Şandeyeke ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tê payîn ku bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re hevdîtinê pêk bîne.
Li gorî agahiyên ku ANHAyê bi dest xistine, şandeyeke ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Şande îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. Hat gotin ku şande wê îro bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtinê bike.
Derbarê endamên şandeyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.