Welatiyên li Wanê dijîn bal kişandin ser girîngiya mafê hêviyê û diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd e û xwestin ku Ocalan demildest serbest bê berdan.
Li Wanê Platforma Saziyên demokratik bi boneya pevajoya Aşti û Civaka Demokratik, civîna gel pêk anî. Welatiyên ku tev li civina gel a di derbarê pêvajoya Aşti û Civaka Demokratîk bûyîn di derbarê 15ê Sibatê û Mafê Hevîyê de ji bo ajanse me axivîn. Welatiyan balkişandin ser êrişên li dijî gelê Kurd tên meşadin. Welatiyan diyar kirin ku Abdullah Ocalan ev 27 sal in li dijî hişmendiya netewdewletan li ber xwe dide û wiha gotin: “Serok Apo Komploya 15ê Sibatê jî û komploya duyemîn a di li dijî Rojava jî têk bir.” Welatiyan mafê heviyê bi bîr xistin ku mafê hevîyê ne litufek e, mafê Abdullah Ocalan yê herî xwezayî ye.
‘Wekî Komploya 15ê Sibatê komploya li dijî Rojava jî têk bir’
Welatiyan anîn ziman ku Abdullah Ocalan ev 27 sal in li hemberî hişmendiya netewdewletan li berxwe dide û ev nirxandin kirin: “Serok Apo Komploya 15ê Sibatê jî komploya duyemîn a di şexsê Rojava de pêk hatî jî têkbir. Serok Apo bi felsefeya xwe ya kûr bersiva van komployên netewdewlatan da. Ev komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li gelê Kurd hate kirin. Di zanin ku heke serokê gelekî nebe ew gel jî tune dibe. Em 15ê Sibatê şermezar dikin û em êdî naxwazin ev roja reş di nava jiyana me de bibe. Em di xwazin ev roj bibe roja azadiyê û aştiyê.”
‘Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e’
Welatiyan ji bo Mafê Heviyê bi bîr xistin ku ev ne litufek e û mafê herî xwezayî yê Abdullah Ocalan e. Welatiyan xwest ku ev maf demildest bê bi cih anîn û wiha axivîn: “Mafê Hêviyê ne litufek e. Ev mafê Abdullah Ocalan yê esasî, heqî û hiqûqî ye. Ji bo Abdullah Ocalan bikare vê pêvajoyê rê bibe, divê azad bibe. Ji ber ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayiye.”












