• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

    Konferansa Munîhê: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bê bicîhkirin

    Konferansa Munîhê: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bê bicîhkirin

    ÎHDa Îzmîrê: Saît Toramanê ji sedî 57 astengdar demildest berdin!

    ÎHDa Îzmîrê: Saît Toramanê ji sedî 57 astengdar demildest berdin!

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Li Strasbûrgê 100 hezar kes dimeşe: Azadî ji Rêber Apo re statû ji Rojava re HATE NÛKIRIN

    Li Strasbûrgê 100 hezar kes dimeşe: Azadî ji Rêber Apo re statû ji Rojava re HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

    Konferansa Munîhê: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bê bicîhkirin

    Konferansa Munîhê: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bê bicîhkirin

    ÎHDa Îzmîrê: Saît Toramanê ji sedî 57 astengdar demildest berdin!

    ÎHDa Îzmîrê: Saît Toramanê ji sedî 57 astengdar demildest berdin!

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Li Strasbûrgê 100 hezar kes dimeşe: Azadî ji Rêber Apo re statû ji Rojava re HATE NÛKIRIN

    Li Strasbûrgê 100 hezar kes dimeşe: Azadî ji Rêber Apo re statû ji Rojava re HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Veysî Aktaş paradîgmaya Ocalan û êrişên li ser Rojava nirxand

Navenda Nûçeyan / AW

14 SIBAT 2026 - 13:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş destnîşan kir ku Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrişa li ser Rojava wek komploya duyemîn bi nav dike û got: “Serokatî di Rojhilata Navîn de rêbazeke nû ava kir. Komplogeran xwestin komploya duyemîn pêk bînin lê Serokatî bi paradîgmaya xwe ya entegrasyona demokratîk vê komployê pûç kir.”

Di 27ê Sibat 2025an de Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi deklarasyonekê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” da destpêkirin. Ji wê demê heta niha li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gêşedanên girîng diqewimin. Li Rojava di çarçoveya entegrasyona demokratîk de peymanek hat îmzekirin û yekem car gelê Kurd bi awayekê hiqûqî û yasayî bi nasnameya xwe hat nasîn.

Hêzên hegemonîk bi êrişên li dijî Rojava re xwestin paradîmgaya Abdullah Ocalan têk bibin. Lê bi mudaxileya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev komploya duyemîn jî têk bir.

Edîtora rojnameya Azadiya Welat Xecê Şen derbarê geşedanên li Rojava, paradîmgaya Abdullah Ocalan, salvegera Komploya 15ê Sibatê, entegrasyon û Modela Londrayê bi Veysî Aktaş re bi awayek du beşan hevpeyvînek berfireh kir. Siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş 10 sal li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mabû û di meha Tîrmeha 2025an de ji girtîgehê hatibû berdan.

Pirsên rojnameyê û besivên Veysî Aktaş wiha ne:

“ * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan manîfestoya xwe ya demokratîk pêşkeşî gelê Kurd, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê kir. Ev manîfesto dê bandoreke çawa li ser civakê bike?

Tecrîda giran a li Îmraliyê bi armanca gel û Serokatî, tevger û Serokatî ji hev qût bike hat meşandin. Lê Serokatî paradîgmayeke nû ava kir û bi siyaseta ku li vê derê da meşandin, dewletê neçar kir ku pê re bikeve nav danûstandinê. Bi vî rengî pêvajoya Aşîti û Civaka Demokratîk dest pêkir. Em şeş heval li ser manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk xebitîn. Serokatî rojê şeş seat diaxivî û me jî axaftinên wî derbasî nivîsê dikir. Pişt re jî bi lihevkirina dewletê ev manîfesto derket derve û pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Ev pêvajo hem ji bo me û hem jî ji bo dewletê pêvajoyeke nû ye. Dewlet jî ketibû tengasiyê, tevger ketibû tengasiyê û li Rojhilata Navîn mudaxaleyeke mezin hebû. Serokatî vê mudaxeleya hêzên hegemonîk ên li ser Rojhilata Navîn zû de dîtibû û li gorî wê jî di manîfestoyê de piranî li ser Rojhilata Navîn rawestiya ye. Salek berê niha hêzên hegemonîk xwestin ku mudaxaleyê Rojhilata Navîn bikin. Lê Serokatî beriya wan bi manîfestoya xwe mudaxaleyên hêzên hegemonîk kir. Nirxandinên Serokatî yên wê demê û tiştên ku niha gelê Kurd pê re rû bi rû maye heman tişt in. Serokatî ji bo gelê Rojava û polîtîkayên qirkirinê yên hêzên hegemonîk ên li ser Kurdan, ji bo tedbir û pêşîlêgirtina her cureyên êriş û qirkirinê bang li tevgerê kiribû ku amadekarî bikin. Daxwaza Serokatî di vê çarçoveyê de ya herî sereke parastina gel bû. Serokatî paradîgmaya nû ya ku bi pêş xistiye jî, hem di aliyê siyasetê de hin tişt da guhertin hem jî di hêla civakî de tişt dan guhertin. Wek her demî tişta ku guherîn da çêkirin siyaseta ku Serokatî meşand bi xwe bû. Tişta herî girîng Serokatî vê yekê çawa pêş dixe? Niha rêbazeke ya Serokatî heye û her tim diçe dîrokê û mijaran ji wir digire dest. Lewma Serokatî herî zêdetir li ser dîrokê radiweste û siyaseta xwe li ser dîrokê dimeşîne. Em herî zêdetir ji siyaseta burjuvazî re dibêjin lîberalîzim formula rojane ye, bi dîrokê ve ne girêdayî ye û tê de utopya tune. Tişta ku utopya tê de tunebe pêjerojê jî nabîne. Ango konjekturel, rojane ye. Serokatî dîrokê her carê ji nû ve şîrove dike, nûjen dike, felsefe û paradîgmayeke nû diafirîne û di wê çarçoveyê de mudaxeleyî Rojhilata Navîn û hêzên hegemonîk dike. Serokatî her tim vê yekê dibêje, heta ku pirsgirêka Kurdan li Rojhilata Navîn neyê çareserkirin wê tu carî pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser nebe. Serokatî di vir de roleke pir girîng û mezin dilîze.

Divê mirov jibîr neke dema ku îngîlîzan hê nû xwe ji bo mudaxeleya Rojhilata Navîn re amade dikir, dizanîbûn ku Kurd di vî derê de faktora herî mezin in. Ji bo vê yekê welatê Kurdan kirin çar parçe. Lewma di nava pergala navneteweyî de cîh neda Kurda. Ji bo Kurdan çi digotin? Churchill digot Kurd birîndar bikin ku hûn bikaribin Rojhilata Navîn bi rê ve bibin. Dîsa digotin; ‘Lazime Kurd ne bimre, ne jî sax bimîne. Ango lazime Kurd bê statu be, hebûna wê tenê wek cîsîmekî bimîne ku mirov nikaribe nav jî lê bike. Lazime bênasname û bêazadî li holê bimîne. Çimkî Kurd li dijî siyaset û polîtîkayên dewletê ne. Ji ber vê yekê îngîlîzan sed salan Rojhilata Navîn bi rê ve birin. Serokatî ev koz ji destê wan girt û got, ‘Êdî gelê Kurd ne birîndar e, êdî serbixwe, rêxistinkirî û dînamîkekî herî bihêz a çareseriya pirsgirîkên Rojhilata Navîn e. Hem xwedî plan, program, taktîk, stratejik û pêşengên serdema niha ya sosyalizmê ne. Bêguman ev tiştekî nû ye’. Serokatî hem pirsgirêkên Rojhilata Navîn baş nas dike, hem dîroka heremê baş nas dike û hem pirsgirêka Rojhilata Navîn wê çawa were çareserkirin jî baş dizane. Mesele doza Kurdan çareser bibe wê ya Rojhilata Navîn jî çareser bibe. Divê tu carî ev neyê jibîrkirin. Serokatî digot, ‘Eger ku pirsgirêka Kurd çareser bibe wê bandora xwe ji şoreşa Fransayê zêdetir li ser cîhanê bike. Ev hem di siyasetê de hem di aliyê fikirî da hem jî di alîyê enternasyonal û hem jî di alîyê sosyalizmê de şoreşeke fikrî ya nûjen be’. Em hemû baş dizanin ev jî li gorî hêzên hegemonîk nîn e.

Ev saleke rêxistinê li her çar aliyan de xwe amade dikir û tişta ku tê de xitimandin çêbibû, Serokatî ew çareser kir. Dewlet û Kurd dê çawa werin cem hevdû, dê bi hev re tekiliyekî çawa daynin û bi kîjan rêbazan dê were birêvebirin? Serokatî ev hemû xal bi xal danî holê. Serokatî bi rêbaza xwe û paradîgamaya xwe ev mekanîzma da avakirin ku hem dewlet hem rêxistin li gorî vê paradîgmayê tevbigere. Lewra di nava dewletê de hin kes hene li hember vê pêvajoyê ne, berjenwendiyên xwe li ser şer didin berdewam kirin. Ev sed sal in van polîtîkayan li ser gelê Kurdan daye meşandin û niha jî berdewam dikin. Ev êrişên li ser Rojava sedema vê yekê ye.

Ev polîtîkayên hêzên hegemonîk ên pêvajoyê ku li ser Rojava û Kurdan dê çawa têk biçe? Yan jî têk çû. Bêgûman komploya ku li ser Rojava hat meşandin, careke din bi mudaxaleya Serokatî vala derket. Serokatî hem vê peymanê bi Tevgera Azadiyê da qebûlkirin, hem bi dewletê da qebûlkirin û hem jî êrişên li ser Rojava pûç kir. Siyaseteke demokratîk a guhertin û veguhertinê lazim e. Pirsgirêka Kurdan çar netewdewletan eleqeder dike, bi wan ve girêdaye û encex bi wan re dikare were çareserkirin. Ev jî bi rêbaza muzakereya demokratîk a bi her çar dewleta re pêkan dibe. Em ji vê re jî dibêjin demokrasiya cewherî. Li gorî vê jî divê civaka demokratîk a Kurdan û dewleta demokratîk bên ba hev û li hev bikin. Ango divê tekiliyên xwe ji nû ve ava bikin. Dewlet niha behsa wekheviya gelan dike, lê li Tirkiyeyê û di hiqûqa wan de navê Kurdan tune ye. Televîzyon heye, radyo heye lê di qanûnan de navê wan tune û nikarin bi awayeke azad weşana xwe bikin. Dema ku Kurdan serî rakir û di dadgehan de parastina xwe kirin, di girtekên xwe de qala Kurdan nedikirin. Ji 1924an şûn ve Kurd temamî li dervayê hiqûq man.

Dewletan li ser Kurdan polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dan meşandin. Serokatî dibêje li dijî asîmîlasyonê entegrasyonekî demokratîk lazim e û divê netewdewletên din jî li gorî wê polîtîkayên xwe biguherîn, bi qanûneke nû ya hiqûqî hem mafê Kurdan û hem jî yên gelên din qebûl bikin. Hinek hêz hene dibêjin Kurd çawa li dijî dewletê , divê ji niha pê de jî li dijî dewlet bin. Ev nêrîneke nijadperest e. Lê demokrasiya demokratîk de îdeolojiyekî heye, aliyekî wê sosyalîzm e û aliyê din jî kapîtalîzim e. Sosyalîzm û kapîtalîzm her du jî dikarin bi hev re bijîn. Qanûna demokrasiyê dikare wan bîne gel hev û di navbera wan de ahengekî bide avakirin. Dema ku qanûn demokratîk be mirov dikare bi her awayî xwe bi rêxistin bike, xwesertiya xwe biparêze û di heman demê de bi yên din re jî dikare bijî. Ji ber ku tu dewletê xirab nakî, tu tenê mafê xwe diparêzî, dikarî siyaseteke demokratîk bidî meşandin û xwerêxistin bikî. Li ser vî esasî dewlet jî dê mafê te nas bike. Jixwe hiqûq jî bi maf ve girêdayî ye.

* We di axaftina xwe de behsa entegrasyonê kir, entegrasyon çi ye? Yan jî cudahiyek çawa di navbera entegrasyon û asîmîlasyonê de heye û dê entegrasyon çawa pêk were?

Entegrasyona demokratîk ji entegrasyona liberal an jî yên din cuda ye. Divê mirov van ji hev cuda bike. Niha li Ewropayê jî entegrasyon heye, koçber diçin wê derê zimanê dewletê hîn dibin. Lê ziman jî û çanda xwe jî wek tişteke folklorîk dijîn. Wekî din şexsî bi dewletê ve tê girêdan, yanî wekî hemwelatiyekî tê girêdan. Di vê derê de têkiliyekî neteweyî û civakî tune. Ango entegrasyoneke şexsî heye û ji vê re jî dibêje lîberal demokrasî. Ew mirov ji sê salan çar salan carekî diçe dengê xwe dide û hew. Ango wek hemwelatiyekî berpirsiyariya wê/wî hene û mafê wê/wî hene, ev şexsî ne, tu caran ne bi civakî ne. Li wê derê li gorî qanûnên wan tevdigerin, ew bi xwe jî encex dikarin cemyetekî yan jî dernekekî avabikin û xebatekî foklorîk li ser çanda xwe bidin meşandin. Belê dewlet di vir de wan înkar nake rast e, lê wan nas jî nake. Wan tenê kesane û şexsî nas dikin. Serokatî li hember vê ye. Serokatî çi dibêje? Entegrasyoneke demokratîk. Ev tê çi wateyê? Wek me got, ev çar netewdewlet jî, li ser Kurdan bi kîjan polîtîka dimeşînin? Polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşînin û dixwazin Kurdan di nava xwe de bihelînin. Li hemberî vê polîtîkayê tu yê çawa li ber xwe bidî? Bêguman tu yê jî xwe birêxistin bikî û dewlet jî divê mafê te yê di hiqûqê de nas bike û te li derveyî hiqûqê nehêle. Heta ne tenê hiqûq, te li derveyî siyaset û dewletê jî nehêle. Lazime tu siyaseta xwe ava bikî. Siyaset ne ew e tu biçî meclisê bibî parlementer. Xebata di nava civakê de siyaseta herî girîng e. Jixwe siyasta ku Serokatî behs dike, siyaseteke werê ye. Ango divê siyaseta demokratîk di nava gel de bê meşandin. Serokatî dixwaze bi siyaseta demokratîk gel birêxistin bike, mafên gel di hiqûqê de bide naskirin. Piştî ku dewletê ew nas kirin, divê dewlet jî dev ji polîtîkayên bişaftinê asîmîlasyonê berde. Lazime dewlet rabe bibêje; Ev sed sal in min Kurd asîmîle kir, zimanê wan qedexe kir, ji komkujiya fîzîkî heta komkujiya çandî min ev di qirkirinê re derbas kir, ez ê ji niha pê de dev ji bişaftinê berdim û mafên wan nas bikim. Bi çi rengî? Ev mafê ku niha heye, televizyon, radyo, çapemenî, nivîs, rojname û hwd. Wan li ser bingeheke qanûnî û hiqûqî nas bike û di qanûna dewletê de nav û hebûna Kurdan qebûl bike. Yan jî dibe ku navê tu gelî jî nebe, ev jî dibe. Ev jî rêbazeke. Yan jî divê di qanûnên wan de naveke gelemperî hebe. Serokatî dibêje, neteweye Tirkiyeyê. Ev wek erdnîgarî tiştekî wiha jî dibe. Wê demê divê tirk nebin nasnameyeke jor yan jî yê din nebe nasnameyeke jêr. Ev jî bişaftineke cuda ye û divê nayê qebûl kirin. Çimkî antî demokratîk e, nas nake, yek kole û yekî jî serdest e. Ji ber vê yekê Serokatî modela entegrasyona demokratîk bi pêş xist. Ango tu dewletê xira nakî, tu armanceke te ya wiha tune. Lê tu yê bi çi rengî bikî? Tu bi rêbaza siyaseta demokratîk bikî. Siyaseta demokratîk çi ye dê çawa pêk were? Siyaseta demokratîk di heman demê de muzakere û diyalog e. Tu yê pirsgirîkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikî.

* We behsa siyaseta demokratîk kir. Siyaseta demokratîk dê rê li ber çi vebike û wê bandoreke çawa li ser dewletê û civakê bike?

Siyaseta demokratîk, di serî de astengiyên ku niha li pêşiya hiqûqê wê rabike û pêşiya hiqûqeke demokratîk vebike. Ji ber ku hiqûq hem dewletê sînor dike, hem rêya demokrasiyê vedike. Ango ji gel re qada siyasetê û qadeke xwe îfadekirinê vedike. Ji ber ku hiqûq xweparastina herî rewa ya gelan e. Çimkî yê ku gel biparêze hiqûqa demokratîk e. Hiqûqeke demokratîk li hember dewletê radibe û mafê azadiya gelan û zindîweran diparêze. Çimkî dewlet zor e û her tişt di destê dewletê de ye. Di nava dewletê de hin kes hene ku hêz di destê wan de ye û dewletê birêve dibin. Dibêjin dewlet dikare we bikuje yan jî bindest bike. Dewlet ji we çi bixwaze hûn ê jî li gor îradeya dewletê tevbigerin. Serokatî dibêje, ez vê yekê tu carî qebûl nakim. Jixwe dewletê heta niha jî ev polîtîka daye meşandin. Em ê ji niha pê ve bi rêbaza siyaseteke demokratîk û hiqûqa demokratîk têkoşîna xwe bidimonin. Lewra ya ku ev zexta dewletê asteng bike, yê ku hêza dewletê ji destê wî bigire yan jî nerm bike hiqûqa demokratîk e. Hiqûqa demokratîk şert e. Ji bo vê yekê divê Kurd ji nû ve bikevin hiqûqê. Di 1921î de qanûneke çawa hatibû ava kirin? Çi gotibûn? Gotibûn ev meclis meclisa Kurd û tirkan e. Li Tirkiyeyê tiştekî wiha hebû û divê nêzikatiya niha jî ev be. Entegrasyona demokratîk jî li ser van esasan e. Ango lazime dewlet nasname, hebûn û azadiya Kurdan nas bike.

* Di manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xala qanûna azadiyê hebû. Qanûna azadiyê çi ye? Hûn vê xala qanûna azadiyê çawa pênase dikin?

Manîfesto bi biryara dewletê derket derve. Dema ku hat nivîsandin, dewlet bi xwe jî vê manîfestoyê qebûl kir. Tiştên ku di hundurê wê de hatiye nivîsandin, mutebeqata di navbera Serokatî û dewletê de ye. Dewlet vê yekê gotiye; ‘Tiştên ku di vê manîfestoyê de hatiye nivîsandin, min jî girêdide û tevgerê jî girêdide. Li hember manîfestoyê berpirsiyariya min jî heye û ya tevgerê jî heye. Gavê ku ez biavêjim hene û gavên ku rêxistin jî biavêje hene’. Serokatî di manîfestoyê de hem ji dewletê re hem jî ji tevgerê re çi dibêje? Dibêje ku; ‘Em ê ji niha pê de civaka demokratîk ava bikin, em ê xwe û saziyên xwe ava bikin. Ango saziyên demokratîk ava bikin. Me civakekê ava kiriye, lê hebûna civakê li holê maye û niha nasnameya civakê tune. Em ê bi çi şeklî bidin naskirin û cewhera vê çi ye? Nasname wan dê çawa bide xuyakirin? Em ê ji niha pê de xwerêxistin bikin û civaka demokratîk ava bikin û dê dewlet jî tu astengiyan li hemberî pergala me ya civaka demokratîk dernexe.’ Ev civaka demokratîk tê çi wateyê? Civaka demokratîk bi xwe neteweya demokratîk e. Em ê neteweya demokratîk ava bikin û dewlet jî vê yekê qebûl bike. Neteweya demokratîk çawa tê ava kirin, divê dewlet jî dewleteke demokratîk be û divê mafê civaka demokratîk nas bike û bike qanûna bingehîn. Bêguman divê ew jî di nava xwe de were guhertin û hinek gava biavêje. Wê çawa biavêje? Jixwe dewleta modern a Tirkiyeyê tu carî demokratîk nebûye û wek cewher ji demokrasiyê dûr e. Di vî aliyî de heta 1921-24an tiştekî dihat xuyakirin. Lê piştî wê zêdetir gavên demokratîk neavêtiye û cewherekî wiha pê re tunebûye. Gel, bawerî û nasnameyên din li derveyî hiqûqa dewletê mane. Dewlet piştî ku di aliyê demokrasiyê de gav avêt û hat rengê komara demokratîk, wê demê komara demokratîk û neteweya demokratîk lihev bikin û peymaneke nû çêbikin. Ev tê wê wateyê ku wê qanûneke nû derxînin holê. Ev jî tê wê wateyê ku neteweya demokratîk xwe çawa rêxistin dike, divê tu qanûn li hemberî wê nebe asteng. Ango divê ew netew were naskirin. Xebatên xwe bi rêya siyaseta demokratîk bide meşandin û xwebirêxistin bike. Ji bo vê yekê jî maf tê xwestin. Ev mafên xwezayî yên civakbûnê ne. Dema ku êrişekî li hember te bê kirin tu bikarîbî çalakiyên xwe yên demokratîk li dar bixî. Wek van mafan her tişt di nava qanûna bingehîn de cihekî esasî bigire ku tu kes nikaribe biguherîne.

* Em dikarin bibêjin ku qanûna azadiyê, di rastiya xwe de qanûna azadiya civakê bi xwe ye?

Tam jî werê ye. Qanûna azadiyê, qanûna azadiya civakê bi xwe ye. Lazime neteweya demokratîk nas bike. Di serî de yên me hinek tiştan tevlihev kirin. Gotin dê sibê, dusibê heval dev ji çekan berdin û wê werin tevli siyaseta demokratîk bibin. Ev jî wek qanûna azadiyê hat fêmkirin. Na, qanûna azadiyê ne ev e. Qanûna azadiyê xeta neteweya demokratîk e û xwebirêxistinkirin e. Ango dewletê wan bi awayeke hiqûqî û qanûnî nas bike.

* Mirov dikare vê modelê wek rêveberiya xwecihî ya xweseriya demokratîk pênase bike?

Belê em dikarin wek xweseriya demokratîk pênase bikin. Ew bi xwe jî tê nas kirin û modela wê ya siyasî ye. Lazime hêz di navendê de cîh negire, eger ku wiha be, wê demê antî demokratîk dibe. Lazime di navbera herêm û navendê de dengeyekî hebe. Lazime her du hêz jî erken xwe bi hev re parve bikin. Serokatî di vir de modela Londrayê dest nîşan dike. Serokatî vê yekê bela sebep nabêje û nayine ziman.

Modela Londrayê çi ye? Gelê Londrayê, walî, polis û dadgerên xwe, ew bi xwe hildibijêrin. Di vir de xweseriya demokratîk heye û pîvanên esasî yên xweseriya demokratîk hene. Loma Serokatî dibeje modela Londrayê. Di vir de cîhekî îşaret dike. Em vê yekê bi awayeke vekirî jê re nabêjin xweseriya demokratîk û navekî werê lênakin, lê pîvanên wê yek in. Mesele ne binavkirina tiştekî ye. Mesele îro li Başûr jî dewleteke heye. Lê ew dewlet heta niha ji bo Kurdan çi kiriye û kîjan pirsgirîkên Kurdan çareser kiriye? Ji meseleya neteweyî bigire heta, çînî, ji ya jinan bigire heta meseleya xwezayê çi çareser kiriye? Tişteki jî çareser nekiriye. Çimkî di naveroka wê de demokrasi tune ye. Li Îspanyayê jî heye û hê jî pirsgirîkên wan berdewam dikin. Li Ewropayê jî heye. Heta Serokatî dibêje; Ev modela ku min derxistiye holê, ango ya xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk ji bo Ewropayê dikare were avakirin.

* Em dikarin bibêjin, ev êrişên hêzên hegemonîk ku li ser Kurdan û taybet jî li ser Rojava tên kirin, di rastiyê de li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin?

Ev êriş çima tên kirin? Hêzên hegemonîk xwestin hem mudaxeleya Serokatî ya li ser Rojava vala derxînin, hem jî paradîgmaya wî vala derxînin. Hêzên hegemonîk çend sal berê plan kiribûn ku êrişî Rojhilata Navîn bikin. Mirov dikare vê ji 15ê Sibatê heta niha bigire dest. Wê demê mudaxaleyeke mezin li ser Rojhilata Navîn bihata kirin û qirkirinên mezin çêbibûna. Lê Serokatî polîtîkayên komplogeran vale derxist. Di serî de ji artêşa Tirkiyeyê yên ku herî serî de cîh girtibû, em dikarin bibêjin sererkan bû. Hêzên hegemonîk ên kapitalîst û emperyalîst dibêjin em ê mudaxaleyî Rojhilata Navîn bikin, lê lazime em êwilî van dînamîkên Kurdan bixin dest xwe, tiştekî wisa ji wan re lazim e. Hêzên hegemonîk ji bo ku partî û hêzên Kurdan bikin bin destê xwe gelekî hewldanên wan jî çêbûn û niha jî didomînin. Em dikarin bibêjin a ku dînamîkên Kurdan li ser piya dihêle û wan bi hêz dike Serokatî ye. Hêzên kapîtalîst vê yekê baş dizanin. Serokatî hem di aliye siyasetê de, hem di aliyê fikir de, bi çi rengî hareket dike ew baş dişopînin. Ez dikarim bibêjim ku ew ji me zêdetir Serokatî dişopînin. CIA û MOSAD Serokatî baş dişopînin. Di 1982yan de êrişî Filistînê kirin li wê derê Tevgera Azadiyê berxwedanekî mezin da meşandin. Ev berxwedan gelek tişt nîşanî wan da. Filistînî direvin yên li ber xwe didin endamên Tevgera Azadiyê ne. Tabî serokvezîrê wan matmayî dimîne dibêje ev kî ne? Ji serokwezîr re dibêjin ev PKKî ne. Wê demê serokwezîr dibêje bila biçin welatê xwe şer bikin, çima li vê derê li hemberî me şer dikin. Hêzên hegemonîk ji wê ve xwestine xeta xwe bi Serokatî bidin qebûlkirin. Ji 1960 û heta niha xwestine KDPê bikin bin destê xwe. Tekiliyên ku bi KDPê re dane rûniştandin, dixwazin bi PKKê re jî bidin rûniştandin. Serokatî vê yekê pir baş dizane û li hemberî wan jî berxwedaneke pir mezin dide. Serokatî dibêje ji bilî çûyîna Ewropa ji min re tu rêyekî nehîştin û gotin, tene rêya Oslo vekiriye. Hûn jî dizanin Îngîlistanê got ‘mirovê ku nayê xwestin’. Di destpêkê de vê biryarê Îngîlîstanê da û pişt re jî tevahiya Ewropayê pêk anî. Xwestin Serokatî li gor wan tevbigere lê wî vê yekê qebûl nekir. Serokatî ketina xwe ya zindanê qebûl dike, lê Oslo qebûl nake. Serokatî ji bo doza Kurdan çareser bike hatiye Tirkiyeyê.

Serokatî çima ya herî zehmet da ber çavên xwe? Îngîltere vê yekê baş dizane. Di nava komploya 15ê Sibatê de kîjan hêzan rol lîstin, niha jî heman hêz in. Di komployê de hêzên ku cîh girtin di serî de Îngîlistan, Amerîka û Îsraîl bûn û yek jî ji Kurdên netewperest ên ku bi wan re di nava tekiliyê de bûn. Em dikarin bibêjin ku komploya 15ê Sibatê nû kirin. Êrişên li ser Rojava ev komplo bi xwe ye. Jixwe Serokatî vê wek komploya dûyemîn binav dike. Çima? Ji ber ku Serokatî mudaxaleyê Rojhilata Navîn kir û di Rojhilata Navîn de rêbazeke nû ava kir. Serokatî got, muzakere, siyaset û entegrasyona demokratîk. Serokatî got em ê bi çar netewdewletan re jî pirsgirêkên xwe wiha çareser bikin û her wiha sosyalîzmê jî nûjen kir. Ji meseleyên wek netewa demokratîk, meseleya jinan, meseleya xwezayê û meseleya dewletê hwd. Jixwe sosyalîzm jî herî zêdetir di van aliyan de têk çûye. Serokatî van arîşeyên sosyalîzmê temam kir û meseleya netewê ji destê burjuvaziyan girt. Serokatî herî zêde jî şer ê li dijî netewperestiyê û netewdewletê kir. Ji ber ku mesela neteweyî herî zêde di destê wan de bû, wan civak bi giştî wisa îdare kir. Wan dema ku dixwestin şer derdixist. Li cîhanê li pey hev du şerê herî mezin derxistin. Gelek netew di destê wan de wek amûr bûn. Serokatî wan jî destê hêzên hegemonîk girt. Di serdema niha de lazim bû sosyalîzm ji vê yekê re çareseriyekî bidîta. Çimkî meseleya neteweyî meselekî civakî û dîrokî ye. Lazim bû sosyalîzm vê ji burjuvayan re nehêle û pirsgirêka neteweyî çareser bike. Lewma Serokatî teoriya neteweya demokratîk derxist holê. Dîsa xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk derxist holê. Hêzên emperyalîst û hêzên netewperest hemûyan jî baş dizanibû ku ev mudaxaleya Serokatî tê çi wateyê. Ji ber ku Serokatî ji Lenîn jî zêdetir bandora xwe dê li ser Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanê bike. Bi taybetî jî îngîlîzan vê yekê baş dizanin. Lewra van hêza xwestin pergaleke nû li Rojhilata Navîn avabikin. Wek her carê dîsa pêşengtî û berdevkiya van hêzan jî Îngîlistan kir. Çimkî aqil dîsa heman aqil e.

Di 1900î de çawa ku pergalekî ava kiribûn, dixwestin niha jî ew aqil ava bike. Ango aqil aqilê Anglo Sakson e. Êrişî ku li ser Rojava hat kirin aqilê van hêzên hegemonîk û aqilê leşkerî yê Tirkiyeyê ye. Ev jî zêdetir li dervayê normê ye. A niha di qadê de van cîhatçiyan, selefiya giştî seferber dike, ev hêz bi xwe ye û niha mudaxaleyî Rojilata Navîn dikin û dixwazin bigiherînin. Lê li gor çi? Li gor peymana îbrahîmî. Peymana Îbrahîm ji 22 xalan pêk tê. Hûn lê binêhêrin her yekê ji cîhekî dizîne. Ji ku dizîne? Ji teoriya Serokatî ya netewa demokratîk dizîne. Ew rêgez, rêgezên Serokatî ne. Bi yek ser Serokatî girtine li gorî berjewendiyên netewdewletî û nêrîna netewdewetiyan peymanek derxistine holê. Hêzên netewdewlet dixwazin Rojhilata Navîn li gor vê peymanê dizayn bikin. Mudaxaleya Sûriyeyê kirin, yê Iraqê kirin, li Lubnanê dîsa werê kirin. Niha jî li dora Îranê ye ev demeke li Îranê şerekî heye. Tevgera Azadiyê li hemberî wan bêdeng namîne û ew jî dê li Îranê şoreşekî bike. Li Rojava çawa şoreşek ava kirin, divê li Îranê jî werê bikin. Serokatî di mijara Îranê de Tevgera Azadiyê rexne kir. Çi rexne kir? Dema ku çalakiyên Jîna Emînî ya Jin Jiyan Azadî dest pê kirin, Tevgera Azadiyê pir kêm ma, kete qêmasiyê. Eger ku bixwesta û xwe baş birêxistin bikira wê artêşekî bi sed hezar zêdetir beşdarî raperînê bibûna û dê wan jî bikaribûna pergala ku li Rojava da ava kirin, wê li Îranê jî ava bikirana. Piştî ku Serokatî rexne kir û şûn de Tevgera Azadiyê cara yekem îsal, ango xwepêşandanên ku niha li Îranê tên kirin, pêşengtiya wê tevgerê kir. Ji ber ku wan xwe ji vê pêşketinê re amadekiribûn. Tevger dikare niha li Îranê şoreşekî wek şoreşa Rojava pêkbîne. Jixwe îngîlîzan jî ev yek dît û ji bo wê jî mudaxaleyê Rojhilata Navîn kirin. Di vir de Tirkiyeyê çi kir? Îngîlîz bi Tirkiyeyê re ketin tekiliyê ji Tirkiyeyê re gotin, ‘Hûn çi dixwazin em ji we re amadene. Di aliyê siyasî de, di aliyê leşkerî de, di aliyê aborî de hûn çi tawîz dixwazin, em ji we re amade ne.’ Li hemberî daxwaza îngîlîzan dewleta tirk jî gotibû: ‘Îran were guhertin jî em qebûl dikin. Lê şartekî me heye lazimê ku PKK were tasfiyekirin. Jixwe ev jî tê hesabê îngîlîzan. Ji bo îngîlîzan, çawa di pergala wan ya 1900 de, Sykes-Picot wêdetir, cihê Kurda tinebû, niha jî tune. Di wê serdemê de çawa ku Kurd bênasname, bêstatû, bêazadî bûn, niha dîsa dixwazin, Kurdekî birîndar hebe û bênasname be. Lê Kurdên niha di vê rewşê de ye û hêzeke mezin a Rojhilata Navîn in. Dixwazin Serokatî û paradîgmaya Serokatî di Rojhilata Navîn de têk bibin. Bi vî rengî dixwestin li ser Kurdan qirkirinekî mezin pêk bînin. Hesabên van hêzan ev bû. Wê hem Îran bihata guhertin, hem jî wê Kurdên azad, Kurdên Apocî bêbandor bikirana.

Ji bo qirkirina Kurdan jî çekeke çawa ji wan re lazim bû? Çekeke wek DAIŞê û Selefî ji wan re lazim bû. Li gorî hesabên wan wê DAIŞiyan hem êrişî PKKê bikira, hem jî êrişî şîiyan bikiran. Lewra DAIŞ derxistin holê. Li Rojhilata Navîn çiqas cîhadîst hebe li çiyê kom kirin. Ev çi demî destpekirin? Ev aşkere ye ku di dema Trump û Şara de veşartî hevdîtin dikirin, di wê demê de amadekariyên xwe yên ji bo şer jî dikirin. Çimkî hêzen HTŞê 20 hezar kes bû û 20 hezar jî yê Tirkiyeyê bûn. Lê niha dibêjin nezîkî 80 hezar cîhadîst êrişî Helep û Rojavay kirine. Armanca wan dê Kurdan ji wê derê derxînin, di şûna Serokatî de Barzanî daynin, di şûna paradîgmaya Serokatî wê netewperestiyê, netewdewletiyê zêdetir derxin holê dîzayneke nû bidin Rojava. Bêguman ji bo vê yekê Serokatî û paradîgmaya wî ya modernîtaya demokratîk hedef hat girtin. Li gorî hesabên wan wê li Rojava qirkirinekî mezin re derbas bikirana û wê cihekî biçûk radestî pêşmergêyan bikirana û wê HSDê ji wê derê derxistan û tasfiye bikirana. Piştî Rojava jî wê derbasî Şengalê bibûna, hêza me ya Şengalê tasfiye bikirana, Haşdî Şabî tasfiye bikin, piştî re jî wê derbasî herêma Qendîlê bibûna, Qendîlê jî tasfiye bikirana û piştî wê jî dê biçûna Rojhilat. Rojhilat tasfiye bikirana. Planên wan ên li ser rejîma Îranê jî ev bûn. Dê Îran têk biçûna û ev plana wan li tevahiyê Rojhilata Navîn belav bibûna. Ango wan hesabeke mezin û kûr plan kiribûn. Wan ji ber vê sedemê xwestin mudaxaleya paradîgmaya Serokatî bikin ango nedixwestin ku Lenînekî nû, kesekî ku pêşengtiya sosyalîzma demokratîk dike, ji Rojhilata Navîn derbikeve. Çimkî dizanin ku dê çiqasî bandorekî mezin li ser Rojhilara Navîn û cîhanê bike. Lewra îngîlîz ne tenê ji van sed salan mesul in, ji tiştekî din jî mesul in, ew ji şerên ku di nava van deh salên dawî de hatin kirin mesul in. Şerê qirkirinê yên li ser Kurdan tê meşandin bi yek ser îngîlîz mesul in. Serokatî ji vê re got: ‘Plana duyemîn a Talat Paşa.’ Talat Paşa çi anî serê ermeniyan, îngîlîzan jî xwest heman tişt bîne serê Kurdan. Îngîlîzan çima xwestin ji Yekîtiya Ewropayê derkevin? Xwestin hegemonya ya ku winda kiribû, niha di deste Amerîkayê de ye, ji nû ve hêza xwe hakîm bike û Rojhilata Navîn bike destê xwe. Ji ber vê sedemê bi AKPê re ketin tekiliyê. Bi vê polîtîkayê mudaxaleyê çend welatên wek Libya, Misir, Yekitiya Mîrektiyên Ereb, Erebistana Siûdî kirin û darbeyên mezin jî li wan xistin. Bi xwe ve girêdayî her der xistin bin serweriya Îhwanê Muslimîn. Bêguman navenda wan jî Londra ye. Dîsa wek her carê yek şertekî Tirkiyeyê hebû digotin, ‘PKKê tasfiye bikin. Em ê mudaxale bikin û komkujiyê pêk bînin û hûn jî nehêlin ku Ewropa li hemberî me rabe’. Serokwezîreka wan a jin hebû, hat Tirkiyeyê, dewleta tirk jî wê demê mudaaleyê Efrînê dikir.

Daxuyanî dan û gotin, ‘Ji Tirkiyeyê re dem lazim e. Piştî wê demê, ew ê derbasî demokrasiyê bibe. Ango divê kesek dengê xwe neke. Lewra Ewropa hemû bêdeng man. Ji ber ku îngîlîz bi xwe jî di nava planê de bû. Ji Tirkiyeyê bigre heta Afrîkaya Başûr bi giştî xistibûn bin destê xwe. Ev cîhadîst bi giştî di bin serweriya wan de bûn. Şara jî girêdayê wan e. Îngîlîzan di van deh salan de ev qirkirinên mezin li ser Kurdan pêk anîn û niha jî di êriş û şerê çeteyan ên li ser Rojava tê kirin de cîh digire.”

Etîket: Abdullah OcalanHedefgirtina ParadîgmayêKomplokomploya 15ê Sibatêparadîgmaya Abdullah OcalanRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanRojavaVeysî Aktaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevserokê KCKê Bayik: Serhildana gelê Kurd herkes matmayî hişt

Hevserokê KCKê Bayik: Serhildana gelê Kurd herkes matmayî hişt

14 SIBAT 2026
Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya tenduristiyê da koçberan

Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya tenduristiyê da koçberan

14 SIBAT 2026
Li Meclîsa Portekîzê pejirandina biryara Rojava tê çi wateyê?

Li Meclîsa Portekîzê pejirandina biryara Rojava tê çi wateyê?

14 SIBAT 2026
Li Strasbûrgê 100 hezar kes dimeşe: Azadî ji Rêber Apo re statû ji Rojava re HATE NÛKIRIN

Li Strasbûrgê 100 hezar kes dimeşe: Azadî ji Rêber Apo re statû ji Rojava re HATE NÛKIRIN

14 SIBAT 2026
Komplo li Awûstralyayê hate şermezarkirin

Komplo li Awûstralyayê hate şermezarkirin

14 SIBAT 2026
Rêveberiya Xweser serdana Germiyanê kir

Rêveberiya Xweser serdana Germiyanê kir

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (535)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne