• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

    Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

    Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2026an

    ‘Divê darvekirinên li Îranê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin’

    ‘Divê darvekirinên li Îranê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin’

    Nahît Eren cara duyemîn bû serokê Amedsporê

    Nahît Eren cara duyemîn bû serokê Amedsporê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rapora ÎHDa Îzmîrê: Sala 2025an binpêkirin bûn sîstematîk

Îzmîr / AW

14 SIBAT 2026 - 14:35
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa İHDa Îzmîrê, Rapora Girtîgehên Herêma Egeyê ya Sala 2025an bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku bûyerên binpêkirinê êdî ne wekî bûyerên carnan pêk tên, wekî rêbazeke sîstematîk tên meşandin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Îzmîrê, Rapora xwe ya binpêkirina mafan a Girtîgehên Herêma Egeyê ya Sala 2025an li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Raporê endama komîsyonê Nazli Turan xwend.

Nazli Turan destnîşan kir ku rapor bi serlêdanên malbatan, hevdîtinên parêzeran û bi şopandina çapemeniyê ve hatiye amadekirin û diyar kir ku rapor binpêkirinên li girtîgehên Îzmîr, Aydin, Afyon, Balikesîr, Mugla, Manîsa, Ûşak, Denizlî û Kutahyayê hatine kirin dihewîne. Her wiha Nazli Turanê bi bîr xist ku binpêkirinên hatine raporkirin tenê ji bûyerên tên zanîn û şopandin in.

Mijarên binpêkirinan

Nazli Turan bilêv kir binpêkirin wek sîstematîk tên kirin û mijarên ku herî zêde binpêkirin tên kirin wiha rêz kirin:

“Îşkence

Lêgerîna tazî û muameleya xerab a li dijî rûmeta mirovahiyê tecrîd û îzolasyon.

Astengkirina dermankirinê

Derengxistina sewqên nexweşxaneyan û neberdana girtiyên ku rewşa wan giran e.

Biryarên keyfî yên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê

Qerebalixiya zêde ya qawîşan, pirsgirêkên paqijiyê û germkirinê, bihabûna pêdiviyên bingehîn ên li kantînan

Di berdewama axaftina xwe de Nazli Turanê bi bîr xist ku li gorî peymanên navneteweyî û neteweyî, dewlet divê maf û rûmeta girtiyan biparêze û wiha got: “Înfaz nabe ku bibe amûreke tolhildanê an jî cezakirineke zêde.”

Heya binpêkirin bi dawî dibin

Nazli Turanê di dawiya axaftina xwe diyar kir ku ew ê heya pergaleke adîlane ya înfazê were avakirin dê şopandina rewşa girtiyan û amadekirina raporên derbarê binpêkirinan bidomînin. Nazli Turanê ji bo binpêkirinên hêj zêde neyên jiyîn ev daxwazên xwe bi rêz kirin:
“* Bila derbarê îdiayên îşkenceyê de lêpirsînên serbixwe werin destpêkirin.
* Bila girtiyên nexweş tavilê werin berdan û mekanîzmayên taloqkirina înfazê werin bi kar anîn.
* Bila dawî li qedexeyên keyfî yên li ser pirtûk, kovar û nameyan werin rakirin.
* Bila girtîgeh ji bo çavdêriya saziyên neteweyî û navneteweyî yên serbixwe werin vekirin.

Etîket: binpêkirina mafanÎHDa ÎzmîrêNazli TuranRapora Girtîgehên li Egeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

2 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

18 GULAN 2026

‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

18 GULAN 2026
Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

16 GULAN 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

9 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka bi navê ‘Çîrûskên Kobanê’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Efsûnî û gujeguja Sûlava Bêgiriyê balê dikişîne ser xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nahît Eren: Amedspor nasname ye, em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (39)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne