Endamên Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê li Meclîsa Tirkiyeyê bi partiyên siyasî re bi rojeva pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” civînan pêk anîn û li ser çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn.
Şandeyeke ji Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê pêk dihat li Meclîsa Tirkiyeyê bi partiyên siyasî re ku komên wan li Meclîsê ne re civînan li dar xist. Hat zanîn ku endamên Platformê bi rojeva pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li gel serok û rêveberên partiya civiyan e. Hat zanîn ku di civînan de li ser rapora Komîsyona Meclîsê, çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye axaftin.
Şandeya Amedê pêşî bi Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re civiya. Şande paşê jî bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re civiya. Şande bi rêveberên AKP, MHP, Îyî Partî û Koma Yenîyolê re hevdîtinn kir û piştî hevdîtinê vegeriya Amedê.
Her wiha Platform li Enqereyê bi nûnerên delegasyona Yekîtiya Ewropa ya Tirkiyeyê re jî hevdîtin pêk anî.
Hate ragihandin ku dê Şande di rojên pêş de derbarê hevdîtinên pêk anînê de daxuyanî bide.














