Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, li Qada Bajêr ya Wanê bi dirûşma “Dem dema guhertinê ye, ciwan her tim pêşeng e” konserek li dar xist. Amed Ûçak di benameyê de axivî û got: “Statuya Rêber Apo, statuya tevahiya gelê kurd e. Statuya Rêber Apo xeta sor a ciwanên Kurdistanê ye.”
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, li Qada Bajêr ya Wanê bi dirûşma “Dem dema guhertinê ye, ciwan her tim pêşeng e” bi tevlêbûna Hunermend Kasim Tadogan û muzîsyen Aylîn Demîrkayayê konserek li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê, parlamenter, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Ciwanan û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Li qada konserê pankartên bi nivîsên “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin”, “Dem dema guhartinê ye”, “Ciwan her tim pêşeng e”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin vekirin. Li standa ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ve hatibû danîn de pirtûk,buroşurên Şerê Taybet û çanta cih girtin. Hat hînbûn ku polêsan dest danye ser broşûrên Şerê Taybet ên li ser standê.
Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir û di dema rêzgirtinê de Marşa Çerxa Şoreşê hat xwandin. Di dema bernameyê de dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
‘Statuya rêbertiya me mifteya vê pêvajoyê ye’
Endamê Ciwanên Xwendekar Veysel Îlhan, pêşî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û anî ziman ku ciwanên kurd tevî her cure zext û zoriyan bi salan e li ber xwe didin û têdikoşin. Îlhan di berdewama axaftina xwe de ev yek got: “Ev pêvajo dê ji aliyê me ciwanan ve bibe birêvebirin. Ev pêvajo ji bo tevahiya gelê kurd û cîhanê gaveke girîng e. Em wekî ciwan dibêjin ku paradîgma Rêberê me xeta me ya sor e. Statuya Rêbertiya me kilîta vî pêvajoyî ye. Em wekî ciwan rê nedin polîtîkayên şerê taybet.”
‘Statuya Rêber Apo statuya gelê Kurd e’
Li ser navê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê jî Amed Ûçak axivî û diyar kir ku ew wekî ciwan cihê xwe di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin de digirin. Ûçak wiha domand: “Statuya Rêber Apo, statuya tevahiya gelê kurd e. Statuya Rêber Apo xeta sor a ciwanên Kurdistanê ye. Li Wanê ku êrîş û şerê taybet lê zêde ye, em ê rêxistinbûna xwe xurtir bikin û nehelêjin ku hişbir û fuhûş bêne meşandin. Wekî ciwan em li vir in û dê her hebin.”
Piştî axaftinan, bername bi derketina hunermendan a ser dikê û gerandina govendê bi dawî bû.

















