Di dîmenên nû hatine weşandin de xuyan dibe ku malbatên çeteyên DAIŞê ji kampa Holê ya li gundewarê rojhilatê Hesekê direvin.
Dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal ji hêla çalakvanan ve hatine weşandin, nîşan didin ku bi dehan malbatên DAIŞê ji kampa Holê ya li gundewarê rojhilatê Hesekê direvin, bêyî ti tedbîrên ewlehiyê hebin ku rê li ber derketina wan bigirin.
Dîmen nîşan didin ku malbat bi aşkereyî ji kampê derdikevin, bêyî ku ti hêzek parastinê hebe rê li ber derketina wan bigire.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di dawiya çileyê de, piştî êrişên li ser cihên wan ên li derdora kampa Holê ji hêla komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê ve, rêveberî û ewlehiya kampê radestî hikûmeta demkî kirin.
Ji wê demê ve, çalakvan û dezgehên medyayê gelek belge belav kirine ku nîşan didin çawa derketina malbatên DAIŞê ji kampê tê hêsankirin.
Çavkankniyên rêxistinên mirovî û şahidan ji AFPê re gotine ku piştî vekişîna HSDê û radestkirina rêveberiya kampê, piraniya malbatên çeteyên DAIŞê yên ji neteweyên biyanî ji kampê derketin.












