• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nizar Amêdî bû Serokomarê fermî yê Iraqê

    Nizar Amêdî bû Serokomarê fermî yê Iraqê

    Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

    Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nizar Amêdî bû Serokomarê fermî yê Iraqê

    Nizar Amêdî bû Serokomarê fermî yê Iraqê

    Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

    Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

Omer Demîr / AW

15 SIBAT 2026 - 09:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Birayê Ridvan Karakoç ê ku di binçav de hatibû windakirin Hasan Karakoç diyar kir ku kesên ku mafên gelê xwe diparastin û ji bo gelê Kurd têdikoşiyan hatin windakirin û got: “Dewlet û hêzên ku di nava dewletê de bûn, mirovên me winda kirin. Divê ew kes bên dîtin û darizandin. 31 sal in em li Qada Galatasarayê ne, hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin.”

Beriya 31 sal di roja 15ê Sibata 1995an de Ridvan Karakoç ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Malbata Karakoç ji bo Ridvan Karakoç serî li her derî dan lê tu agahî negirtin. Piştî 110 rojan cenazaya Ridvan Karakoç li Goristana Bêkesan ya Altinşehîrê hat dîtin. Di ser windakirin û kuştina Ridvan Karakoç re 31 sal derbas bûn lê hê jî tu berpirsiyar anjî kujer nehatine dîtin. Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç têkildarî salvegera windakirina birayê xwe û têkoşîna ji bo edaletê ji Ajansa Welat re axivî.

Ji wê rojê ve tu agahî jê negirtine

Hasan Karakoç bi bîr xist ku di sala 1994an de şevekî saet di yekê de polîsan avêt ser mala van û got: “Polîsan li Ridvan pirsî lê Ridvan ne li malê bû. Polîsan ji me re got, ‘Hûn Ridvan ji me re neynin, em Ridvan li ku bibînin em ê wî bikujin’. Di nava malê de îşkence li me kirin û ez hatim binçavkirin. Min birin Şûbeya Gayrettepeyê, em 37 kes li wir bûn. 14 rojan îşkencê li me kirin. Paşê ez hatim berdan. Ridvan nêzî salakî li malên xizmên me xwe veşart. Bi vî awayî nêzî salakî derbas bû. Têkiliya me bi hev re hebû. Ridvan roja 15ê Sibatê li me geriya û paşê tu agahî me jê negirt. Me fêm kir ku tiştek hatiye serê wî. Li nexweşxane, qerekol û Tiba Edlî em li Ridvan geriyan. Lê me derheqê Ridvan de tu agahî bi dest nexist.”

‘31 sal in em li kujerên Ridvan Karakoç dipirsin’

Hasan Karakoç anî ziman ku malbata Hasan Ocak ê ku ew jî di sala 1995an de hatibû binçavkirin û windakirin kurê xwe digeriyan û wiha axivî: “Dema ku malbata Hasan Ocak li kurê xwe digeriya di nava arşîva pirtûka Tiba Edlî de wêneyê Ridvan Karakoç ditîbûn. Lê ji wan re gotibûn ku ew kes Kenan Bîlgîn e. Hevalên Kenan Bîlgîn jî paşê çûbûn Tiba Edlî. Lê hat fêmkirin ku ew kes ne Kenan Bîlgîn e. Leşker hatibûn gundê me û ji malbata me re gotibûn ‘Ridvan di binçav de hatiye kuştin û li goristana bêkesan a Altinşehîrê hatiye veşartin’. Malbata me serî li Tiba Edlî da, paşê jî me cenazeya Ridvan dît. Me Ridvan ji wir girt û li gorî edetên xwe li Taxa Gaziyê veşart. Bi hezaran kes tev li merasîma Ridvan bûn û xwedî lê derketin. Paşê em bi malbatên ku wekî me re li vir dest bi çalakiyê kir. Îro 31 sal in em li kujerên Ridvan Karakoç dipirsin.”

‘Heta niha li tu kesî doz nehatiye vekirin’

Hasan Karakoç da zanîn ku ev 31 sal e kujerên Ridvan Karakoç nehatine dîtin û wiha axivî: “2-3 mehan carekî em diçin Dadgeriya Beykozê. Em pirsa birayê xwe dikin lê em dibînin ku di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Bi ser bûyerê re 31 sal derbas bûne lê heta niha li tu kesî doz nehatiye vekirin. Siyasetmedar û ciwanên Kurd di binçav de hatin windakirin. Kesên ku mafê gelê xwe parastin û di rewşa gelê Kurd de têdikoşiyan hatin windakirin. Dewlet û hêzên ku di nava dewletê wan winda kir. Dewlet bi xwe ew kesan winda kir, ji bona wê jî ji bo berpirsiyar dernekeve holê tu doz venekir. Kujer jî di nava gel de digerin.”

‘Me vê têkoşînê ji dayik û bavê xwe girt û me dewrî zarokên xwe kir’

Hasan Karakoç bi bîr xist ku ew 31 sal in li Qada Galatasarayê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ku dema me dest bi çalakiyê kirine hatine dinê îro 31 salî ne û zarokên wan heye. Bi hezaran kes di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan. Axê wan di destê dewleta Tirkiyeyê de ye. Îro pêvajo heye, divê hin tişt ji me jî bên pirsîn. Divê aqûbeta xizmên me yên ku hatine windakirin bên eşkerekirin. Kî îşkence li wan kir û kuşt divê bên eşkerekirin. Divê ew kes bên dîtin û darizandin. 31 sal in em li vir in, hezar sal jî derbas bibe jî em ê li vir bin. Me vê têkoşînê ji dayik û bavê xwe girt û me dewrî zarokên xwe kir.”

Etîket: Dayikên ŞemiyeQada GalatasarayRidvan KarakoçWinda
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mehsa Sutuda ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin winda ye

Mehsa Sutuda ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin winda ye

30 ADAR 2026
29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

28 ADAR 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

14 SIBAT 2026
Dayikên Şemiyê li faîlên Ridvan Karakoç pirsîn

Dayikên Şemiyê li faîlên Ridvan Karakoç pirsîn

14 SIBAT 2026
Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

7 SIBAT 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

31 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newaf Xelîl: Amerîka-Îsraîl û Îran dawiya dawî dê vegerin ser maseya muzakereyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Ekolojiyê kongreya xwe li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (416)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne