• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

    Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

    Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Navenda Nûçeyan / AW

2 GULAN 2026 - 14:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê li aqûbeta Nezîr Tekçî, Ahmet Tekîn, Mûstafa Sûman hate pirsîn û hate xwestin ku kiryarên Mehmet Şerîf Avşar bên eşkerekirin.

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrg çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Di çalakiyan de aqûbeta Nezîr Tekçî, Ahmet Tekîn, Mûstafa Sûman hate pirsîn û hate xwestin ku kiryarên Mehmet Şerîf Avşar bên aşkerekirin.

AMED

Malbatên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 899emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyê kesên hatine kuştin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Mehmet Şerîf Avşar hate pirsîn.

Di çalakiya de, nûnerên saziyan û parêzvanên mafên mirovan axivîn û xwestin aqûbeta windakiriyan bê aşkere kirin û kiryar bên darizandin. Dû re Endamê Komisyona Mafên Mirovan a Şaxa ÎHDa Amedê Yahya Polat di çalakiyê de çiroka Mehmet Şerîf Avşar ku di 10ê Gulana 1994an de li navçeya Yenîşehîr a Amedê hatibû windakirin û piştî du hefteyan laşê wî di avahiyek xerabe de hatibû dîtin xwend. Yahya Polat da zanîn ku Mehmet Şerîf Avşar ji aliyê çawîşê pispor Gûltekîn Sûtçû û sê cerdevanan ve bi darê zorê hatiye birin û xwest faîlên wî bên aşkerekirin.

Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawi bû.

COLEMÊRG

Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” a di hefteya 225an de ye, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta li ser “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên kesên hatine kuştin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de malbat û mafparêzan aqûbeta welatî Nezîr Tekçî (25) yê di 25ê nîsana 1995an de li gundê Yekmala Jor a girêdayî Geverê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat standin pirsîn.

‘Kiryar diyar e’

Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevkê Komîsyona Windayan û endamê ÎHDê Eren Baskin ve hat xwendin. Eren Baskin çîroka Nezîr Tekçî vegot û behsa rabirdûya dosyayê kir. Eren Baskin anî ziman ku dosyaya Nezîr Tekçi, mînaka herî berçav a polîtîkaya bêcezahiştinê ye ku li Tirkiyeyê tê meşandin û got: “Faîl diyar e, bûyer diyar e, rastî li ber çavan in, lê ceza tune ye. Em ê ji bo derxistina heqîqetê û ji bo edaleta Nezir Tekçî yê ku hat qetilkirin, daxwaza xwe bidomînin û ji bo cezakirina berpirsiyaran bi darizandineke rastîn, dengê xwe bilind bikin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

ÊLIH

Şaxa ÎHDa Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 735emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan amade bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û kuştin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Tekîn ê ku di Gulana 1994an de piştî ku li navçeya Licê ya Amedê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate girtin hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHDa Êlihê Huseyîn Elçî çîroka Ahmet Tekîn xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

RIHA

Şaxa ÎHDa Rihayê û Malbatên Windayan li ber AVM ya Novada Parkê hatin bahev û di hefteya 73yan a çalakiya xwe de kiryarên Mûstafa Sûman pirsîn. Di çalakiyê de kesên di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHDa Rihayê Ahmet Dogan çîroka Mûstafa Sûman xwend. Çalakiyî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandinÎHDa AmedêWindaXizmên Winayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Ji Îzmîrê bang hate kirin: Ji bo lihevhatinê aqûbeta windayan aşkere bikin

Ji Îzmîrê bang hate kirin: Ji bo lihevhatinê aqûbeta windayan aşkere bikin

31 GULAN 2026
Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

17 GULAN 2026
Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

9 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (473)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne