Navenda Nûçeyan – Konferansa Munîhê ya 62yemîn ku wekî “Davosa Çekdar” jî tê zanîn di 13ê Sibata 2026an de dest pê kir. Ji 120 welatan 450 kesayetên ku di nav de serokdewlet û rayedarên payebilind jî hene beşdarê Konferansê bûn. Di konferansê de îsal bi boneya pêşketin û geşedanên lezgîn mijara Sûriye û Îranê derkete pêş. Yekem car di asta jor de beşdariya nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî wekî aliyek girîng derkete pêş. Lê mijarek esasî ya konferansê jî mîmariya ewlehiyê ya cîhanê û girêdayî vê yekê têkiliyên DYA û Ewropayê û pêşeroja NATOyê bû. Hem civîn, nîqaş û hevdîtinên li konferansê hem jî çapemeniya cîhanê pêvajoya heyî wek serdema qutbûna têkiliyên transatlantikê şîrovekir.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi nîqaş, analîz û axaftinan berdewam dike. Nûner, serok, serokkomar û rêveberên gelek welat û herêman beşdarî konferansê bûn e û li ser mijarên ewlehiyê nîqaş dikin.
Du rê li pêşiya NATOyê hene
Li ser vê mijarê gelek şîroveger dibêjin ku du riyên NATOyê hene. Riya yekemîn ewe ku Ewropayek xurt, dikare xwe biparêze û her wiha bi şirîkatiyek sist ya bi Amerîkayê re li ser hevkariya NATOyê berdewam bike ye. Riya duyemîn jî ew e ku têkiliyên tevlîhev ya zirarê dide hevkariya Amerîka û Ewropayê ku herî dawî wek gefek Amerîka û Ewropayê ber bi qutbûnê ve bibe ye. Li gorî piraniya analizan riya herî aqlane ew e ku Amerîka û Ewropa ji bo reformên watedar bên cem hev û riyên hevpar peyda bikin.
JD Vance: Têkiliyên transatlantîkê mirine
Di nîqaş li ser têkiliyên Transatlantîkê de gotinên Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance yên salek berê li Munihê kiribûn, hêj olan dide. Vance par li Mûnikê mirina têkiliyên Transatlantîkê îlan kiribû. Li gorî gotinên Vance mutefîkên wan yên Ewropayê ne tenê parastina xwe lewaz kirin, di heman demê de bi astengkirina polîtîkayên koçberiyê yên lîberal, azadiya ramanê û nirxên hevpar jî terikandine. Gotina Vance ya wekî, “Mutefîkên me yên Ewropayî bi polîtîayên koçberiyê û bi dûrxistina rastgirên radîkal ji desthilatdariyê ji bo îtîfaqa Transatlantîkê şoqek mezin bû’ yekemîn nîşaneya polîtîkayên Trump bû. Ev nêrîn di Stratejiya Ewlehiya Neteweyî ya 2025an a rêveberiya Trump de jî şênber bû. Di nirxandin, nîqaş û analîzên derbarê Konferansa Munîhê de gotinên Vance û polîtîkayên Trump ên di salek dawiyê de mîna despêka serdemek nû têkilyên NATO û Transatlantîkê hate pênasekirin.
Trump: Ewropa minetdariya xwe baş nîşan nade
Çend hefte berê Trump di axaftina xwe ya li Davosê de got ku Ewropa ji bo rola rizgarker ya Amerîkayê ya di dema Şerê Duyemîn yê Cîhanê de têra xwe minetdariyê nîşanî DYAyê nade. Trump aciziya xwe ji vê yekê anîbû ziman û xwestibû ku rola DYAyê ya di parastina Ewropayê de zêdetir bê dîtin. Marco Rubio jî di serdemeke nêz de diyar kiribûn ku ji bo berpirsiyariyên NATOyê divê ji nûve bernameya tasarûfê çêkirin. Ev tê wateya ku DYA dê alîkariyên madî yên dide NATOyê cardin kêm bike.
Pisporên Ewropayî: Divê DYA têkiliya bi NATOyê re bidomîne
Ligel dijberiya Trump û rêveberiya wî ya li dijî Ewropayê jî pîsporên Amerîkî cuda difikirn. Li gorî pîsporên Amerikî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berpirsiyariyên xwe yên ji Ewropayê re kêm bike jî divê hevkariya bi NATOyê bidomîne. Heman pispor pêşniyar dikin ku Washington ji bo rawestandina şerê Rûsya-Ukraynayê bi dawî bike û ewlehiya Ukraynayê bigire bin ewlehiyê divê peravên bakur yên Ewropayê xurt bike, firotina çekan berdewam bike û hevkariya sanayiya leşkerî bidomîne.
‘Li YEyê divê ekosistema inovasyonê xurt be’
Di analîzan de li ser aliyê Transatlantî yê yê din jî tê rawestîn. Ji bo vê jî nêrîna Serokomarê Fransayê Emmnûel Macron, Seroka Konseya Ewropayê Ursula von der Leyen û lîderên din ên siyasî ku pêşniyara Ewropayek din a entegre û xurtir dikin, tê nirxandin. Pespor vê pêşniyarê bi boneya tenê wekî pêşniyarek teorîk û di gotinê de dimîne rexne dikin. Wekî pêşniyarek şênber nêrînên hevpar ên serokwezîrên berê yên Îtalyayê Mario Draghi û Enrico Letta li konferansê derketin pêş. Draghî û Letta li gel gelek siyasetmedarên din hedefên xwe ji bo Ewropayek nû wisan diyar kirine: Piyaseya sermaye ya hevgirtî, ekosîstema înovasyonê ya di çarçoveya perzemînê de, baregeheke sanayiyê ya parastinê ku dikare xwe bigihîne dervayê sînor û rêveberiyeke bi prosedûran re negirêdayî û karibe bi berhem û razemeniyê bike. Ev pêşniyara wekî ‘xweseriya stratejîk’ tê pênasekirin parastinek di asta seferberiyê, bûtçeyek zêde û serweriyek zêde dixwaze. Ev yek jî di nav dewlet û rayedarên Ewropayê de dibe sedema dubendiyek mezin.
Analîza Newyork Timesê: Ne pesindarî yekîtiya hêzê ferz e
Li gorî analîzeke di Newyork Timesê de têkidarî konferansê derket de, pesindariya zêdekirina lêçûnên endamên NATOyê ji bo pêwistiyên roja îro bes nîne. Analîza rojnameyê pêşniyar dike ku divê li şûna projeyên xweser ên netewdewletan giraniyê bide projeyên parastina perzemînê. Her wiha di analîzê de tê gotin ku ne tenê ji bo kirîna çekan, divê ji bo girtina kar ya hêzên leşkerî û ji bo perwerdeya wan hêj zêdetir lêçûn bê kirin. Bes analîz bi bîr dixe ku Ewropa niha ji serokatiyek xurt bêpar e û girtina biryarek wiha pêkan nabîne.
Almanyayê giranî da razemeniya leşkerî
Lêçûnên Almanyayê yên leşkerî di sala 2025ê de ji hemû welatên din yên Ewropayê derbas kir û di cîhanê de derket rêza çaremîn. Îngilîstan, Fransa û ên din, neçarin ku li gorî vê Almanyaya xurt ya Ewropayê xwe amade bikin. Konferansa Munihê ji bo dorpêça Yekîtiya Sovyetan di sala 1963ê de hat damezrandin îron misyon guhert û bû pergala hevpar ya parastina ewlehiya bi giştî. Ev jî ji bo valahiya di eniya tiransatlantîk de derket holê neçare ku bibe çareserkirin.
Lîderên Ewropayê: Divê bandora Amerîkayê bê kêmkirin
Dîtplomatên perzemînê û serokên dewletan, diyar dikin ku ew piştî çûyîna Serokê Amerîkayê Trump jî dê li bendê neminin ku rewş vegere û bibe wek pergala beriya serdema Tramp. Li gorî pêşbîniya pisporan ger rêveberiya Trump biçe jî dibe derbarê Ukrayna û pirsgirêkên kûrewî de hin hevkarî hebe, lê hewildana kêmkirina bandora Amerîkayê bi awayek lez ji bo Ewropayê mîna kare herî lezgîn pênase dikin. YEyê ji bo ziyana di encama zêdekirina bihayê gumrikê yê Trump derketî holê bê kêmkirin peymanên hevkariyên bazirganiyê ya bi Hindistanê re îmze kir. Meha borî lîderên Ewropayê biryar dan ku li dijî daxwaza Trump ya Gronlandê destek bidin Danimarkayê û parastina NATOyê ya li Arktikê xurt bikin. Di nîqaşan de pirsên di serê Ewropayiyan de derketin pêş. Piraniya pirsan jî derbarê pêbaweriya bi DYAyê re ye. Li gorî gelek pisporan Ewropayî nizanin dê çiqas ji DYAyê bawer bikin û ji ber vê yekê jî pirsa, “Ku bawerî bi DYAyê re neyê dê çi bibe?” nîqaş dikin.
Watthew Whitaker: Trump Ewropayê wekî zarorek li kar digere dibîne
Sefîrê Amerîkayê yê NATOyê Matthew Whitaker vê hefteyê li Berlinê diyar kir ku rêveberiya Trump bi çavê zarokek mezinbûyî û ji xwe re li kar digere li Ewropayê dinêre. Whîtaker diyar dike ku ew xweseriya Ewropayê naxwazin, hêza Ewropayê dixwazin. Di vê serdema ku li dijî Rûsya û Çînê pêwîstiya Amerîkayê bi piştgiriya Ewropayê heye de gumana li ser helwesta Trump ya stratejiya biçûk dîtina Ewropayê zêde dibe.
Artêşa hevpar a Almanya û Fransayê
Rayedarê Parastinê yê berê yê Almanyayê û analîstê Koma Avrasyayê Jan Techau diyar dike ku terikandina împaratoriyek û mutefîkê me yê herî baş û di vê serdema ku herî zêde pêwîstiya me bi hev heye de kêmaqiliya herî mezin e. Têkiliyên Amerîka û Ewropayê her ku lewaz be dê nakokî û dijberî jî li gorî wê zêde be. Fransa û Almanya ji bo artêşeke xweser ya Ewropayê çêkin zextê zêde dikin. Lê di nava YEyê de jî perçebûn û ji hev qetandin tê nîkaşkirin.
NDS: Hedef hêzdariyeke kûrewî ye
Pisporên nîqaşa têkiyên Transatlantîkê dimeşînin balê dikişînin ser Stratejiya Parastina Neteweyî (NDS) ya 2026an a Amerîkayê. Pispor tînin ziman ku hedefa vê stratejiyê ev e ku bibe hêza sereke ya
kûrewî. Ji bo vê jî DYA hêz û çavkaniyên xwe li perzemînê cî bi cî dike lê YE di nava vê pergalê de perçeya herî lewaz e. Bandora Brexitê û daxwazên popîlîst yên Macaristan û Îtalyayê yên veqetandinê û ji ber Doktrina Monroe, îstîkrara YEyê, mîmariya ewlehiya NATOyê dixe riskê. Lêhûrbûna Amerîkayê ya li ser îtîfaka nîvperavê pêkan dike ku xurtbûna Çînê ya li Berezilya û Venezuelayê ji nûve geş bibe. Aloziya bazirganiyê ya di navbera tiransatlantîkê de her didome.
Di vê navberê de welatên Ewropaya Başur li ser peymana Derya Spî lêkolînê dikin, welatên Bakurê Ewropayê jî li ser koalisyana Îskandînav-Baltikê radiwestin. Ev jî di nava herka demê de yekîtiya bazarê dixe xetereyê. Ev jî wek pirseke li ber YEyê di nîqaşan de cihê xwe digire.












