Fermandarê Giştî yê HSDÊ Mazlûm Ebdî Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja dawî ya Konferansa Munîhê de civiyan.
Komferasna Ewlehiyê ya Munîhê di roja 3yemîn de berdewam dike. Konferansa 63eyîn a konferansê li bajarê Munîhê yê Almanyayê tê lidarxistin û gelek serokkomar, serokwezîr, û û rayedarên dewletan ji bo nîqaşkirina polîtîkayên ewlehiyê û xurtkirina dîplomasiyê tev li konferansê dibin. Yekem carê Kurdên li Rojava jî di encama berxwedana li qadê danîne holê di asta dewletî de ji konferansê re hatin vexwendin.
Fermandarê Giştî yê HSDÊ Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya rêzehevdîtinên konferansê de li Munîhê civiyan.













