Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Ewropayê kom bûn û bi meşên girseyî komploya 15ê Sibatê şermezar kirin û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd çalakiyên girseyî li dar xistin.
Bordeaux
Bi sedan kesên ku li navenda bajarê Bordeaux ê Fransayê li hev civiyan, bi berzkirina dirûşme û hilgirtina pankartan qadan tijî kirin. Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên, “Li dijî komployê çareseriya demokratîk”, “Ji Rêber Apo re azadî” û Tecrîd were şikandin, berxwedan wê bi ser bikeve” hatin berzkirin.
Di pankartên ku li qada mitîngê hatin hilgirtin de, hate destnîşankirin ku 15ê Sibatê destwerdaneke navneteweyî ye ku îradeya gelê Kurd hedef digre. Di daxuyaniyan de îşaret bi perspektîfa çareseriya demokratîk a li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn dewam dike hate kirin. Mitîng bi daxuyaniyê bi dawî bû.
Atîna
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi sedan kes li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Atinayê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê de bi daxwaza ji Rêber Apo re azad û ji Rojava re statu meşiyan. Meş heta pêşiya Konsolosxaneya Tirk dewam kir. Kurdistanî û aliyên şoreşger tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Konsolosxaneya Tirk de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin hate kirin. Di axaftinê de îşaret bi plana dîrokî ya komploya 15ê Sibatê hate kirin û wiha hate gotin; “Çawa ku di sedsala 20an de li dijî Rêbertiya me komplo hate kirin û xwestin azadiya gelê Kurd asteng bikin, di sedsala 21an de heman komploger, di şexsê Rojava de xwestin careke din komployeke berfirehtir bikin dewrê. Çawa ku gelê Kurd Rêber Apo bi tenê nehişt, îro jî li dijî plana di şexsê gelê Kurdistanê ya çar parçeyê de bi xwedîderketina bi awayekî herî xurt bersivê da.”
Çalakî bi daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Rojava bi dawî bû.
Lyon
Kurd û dostên wan bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê li bajarê Lyon ê Fransayê li hev civiyan û bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” çalakî li dar xistin.
Meş ji Place de la Comédie ku yek ji cihên navendî ya Lyonê ye destpê kir û heta Qada Place Bellecour dewam kir. Girseyê di tevahiya meşê de postera Rêber Apo û bi rengên kes, sor û zer qadê tijî kirin. Her wiha gelek caran dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em komploya navneteweyî şermezar dikin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di dirûşmeyan de piştevaniya bi Rojava re û berxwedana heyî derket pêş. Meş heta Qada Place Bellecour dewam kir. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku tevî ku 27 sal bi ser Komploya Navneteweyî derbas bûye jî Rêber Apo hîna di şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Axaftvanan destnîşankirin ku fikrên Rêber Apo, îlhamê dide projeya civakî û siyasî ya li Rojava hatiye avakirin.
Çalakî bi axaftin û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Ermenîstan
Komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê li Ermenistanê hate şermezarkirin. Li herêma Armavîrê ya Ermenistanê 27emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin.













