Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Şandeya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne di seatên serê sibê de çûbû Girava Îmraliyê. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina li gel Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Tê payîn ku heyet derbarê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî, daxuyaniyekê nivîskî biweşîne.













