Li Îzmîrê xwendekara lîseyê A.K. ya 16 salî ku ji ber dîmana honandina keziyên xwe parve kiribû hate girtin. 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan îdianameya A.K.yê qebûl kir.
Dema êrişên li ser Rojava didomiyan, çeteyeke tev li dorpêçê bûbû keziyên şervaneke jin a hatibû kuştin jê jê kiribû û ev yek di serî de Kurd di cîhanê de bû sedema nerazîbûnan. Ji ber nerazîbûna vê yekê, li ser medya dijîtal jinan kampanyayek da destpêkirin û ji ber nerazîbûnan jinan keziyên honandin û li ser platformên medya dîjîtal parve kirin. A.K. jî bi dîmekê beşdarî kampanyayê bû û ji ber dîmena parve kiriye di 5ê Sibatê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Şakranê.
Dadgehê daxwaza berdana A.K dîsa red kir
Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hatibû amadekirin, ji aliyê 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan ve hat qebûlkirin. Parêzerên A.K. ê piştî amadekirina îdianameyê, daxwaza berdana muwekîlê xwe kirin lê belê dadgehê bi hincetên, “Gumana sûc û revê heye”, “ delîlên şênber nîn e”, “hîn delîl nehatine komkirin” û “gumana zarok dê tesîr li delîlan bike heye” ev daxwaz red kir.
Danişîn di 3yê Adarê de ye
Danişîna xwendekara polê 12an A.K. ya ku ji 5ê Sibatê ve girtî ye, taloqî 3yê Adarê saet 15.00an hat kirin.













