Amed – Hunermendên Kurd Salîha Ayata, Omer Şahîn û Celal Ekîn diyar kirin ku ji bo yekîtiyê rol û mîsyona hunermendan gelek girîng e û wiha gotin: “Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin.”
Ji sala 2010an heta niha li Bakurê Kurdistanê ji bo yekîtiyê gelek civîn, konferans, komxebat û xebatên din hatine kirin. Gelek sazî, dezgeh, rêxistin, kesayet, hunermend, rewşenbîr û rûspî tev li van xebatan bûn. Her wiha li Başûr û Rojava jî gelek konferans û civîn hatin lidarxistin. Lê belê yek ji van jî heta niha encam negirt. Piştî êrişên hêzên Hikumeta Demkî ya Şamê yên li ser rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd dîsa bû rojeva sereke ya gelê Kurd. Di vê pêvajoyê de li her çar aliyê Kurdistanê û gelek welatên cîhanê bi milyonan Kurd û dostên wan bênavber çalakî li dar xistin û piştgirî dan Rojava. Helwesta gelê Kurd a di van çalakiyan de hişmendiya neteweyî bi awayekî zelal raxist li ber çavan. Yekîtiya gelê Kurd û gelên Kurdistanê niha ji her demê bêhtir girîng e.
Hunermendên Kurd Seroka Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata, Endamê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Omer Şahîn û Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn jî bal kişandin ser rol û mîsyona hunermendan a ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û pêşniyar kirin ku konferansek, kongreyek an sempozyûmek bi pêşengtiya hunermendan bê çêkirin.
‘Hewceye em ruhê netewebûna xwe ava bikin’
Seroka Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayatayê jî diyar kir ku parçebûyîna erdnîgariyê bi xwe re parçebûyîneke mezin ava dike û wiha got: “Helbet polîtîkayên kolonyalîzmê, asîmîlasyonê, polîtîkayên patrîyarkayê, baviksalariyê, dewletbûyînê bi xwe re meseleyan tîne. Ev jî nahêle ku yekîtiya gelê Kurd, yekîtiya jinên Kurd ava bibe. Ev 14 sal in tê nîqaşkirin ku dê yekîtiya gelê Kurd çawa ava bibe. Hêj jî mesele encam nebûye jî. Yekîtî her tim di rojevê de ye lê di asta ku tê xwestin de pêk nayê. Ji bo vê hewldanên pir mezin hene. Piştî ku êrişî Rojava kirin sê parçeyên din ên Kurdistanê, dîasporayê û welatên din ên cîhanê gelê Kurd rabû ser piyan. Ew ruhê yekbûyînê derket holê. Di dirûşma ‘Yek e yek e gelê Kurd yek e’ de jî ev yek derket holê. Vî ruhî ruhê berxwedanê jî diyartir kir. Pir zimanî, pir çandî ji bo me meseleyeke pir esasî ye lê hewce ye em ruhê netewebûna xwe jî ava bikin. Ew yekîtî bi ruhê netewebûnê jî çêdibe. Divê di serî de em vî ruhî ava bikin.”
‘Kurd dikarin yekîtiyê bi ruhê hunerê ava bikin’
Salîha Ayata bi lêv kir ku meseleya yekîtiya gelê Kurd bêyî çand û hunerê nikare were nîqaşkirin û wiha domand: “Kurd dikarin yekîtiyê bi ruhê hunerê ava bikin. Pir girîng e ku hunermendên li Ewropa dijîn ji bo piştgiriyê rabûn çûn Rojava. Tevî şer berdewam dikir jî çûn û wir sekna xwe nîşan dan. Huner ji bo Kurdan amûreke berxwedanê ye. Ji bo ku yekîtiyek ava bibe rol û mîsyona hunermendan gelek girîng e. Ji ber ku huner meseleyeke polîtîk e û divê pêşiyê jî veke. Hunermendên Kurd dikarin ji bo yekîtiyê biçin serdanan bikin pêşengtiya pêkhatina konferansa neteweyî bikin. Ji bo ku êş û jan biqede û yekîtî bê avakirin hunermend dikarin berprisyartiyê bigirin ser xwe û pêşengtiyê bikin. Ev meseleyeke pir girîng e û me di mijara Rojava de ev yek dît.”
‘Ruhê di nava gelê Kurd de derket holê ji bo herkesê berpirsyariyeke mezin diyar kir’
Endamê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Omer Şahîn jî anî ziman ku ruhê di dema dawî de di nava gelê Kurd de derket holê ji bo herkesê berpirsiyareke mezin diyar kir û wiha got: “Divê em hunermendên Kurd, rayedarên Kurd, siyasetmedarên Kurd dinyayeke wisa ava bikin ku êdî gelê Kurd neçar nemîne ji bo xwe biparêze berxwedanekê nîşan bide. Birastî jî mîsyoneke pir mezin e lê mirov dikare bêje ji bo ku ev yek pêk were jî berpîrsyariyên mezin dikevin ser milên hemî civakê. Berpirsyariya hemûyan zêde ye jî weke hunermendekî bêjim yanî ez jî endamekî şanoya Amedê me û şanogeriyê dikim lê wexta ku biawayekî vê rewşê dimeyzînim ez dibêjim ku hewceye hemû hunermendên Kurd ji bo gelê Kurd ji van tengasiya derkeve berhemên xwe ava bikin. Em hemî jî endamên vî gelî ne. Yanî em hunermend bin jî em endezyar bin jî em doxtor bin jî em mamoste bin jî em bi çi karî re mijûl dibin bila bibin dawiya dawî her yek ji me endamekî vî gelî ye û li ku derê dinyayê li ku derê cîhanê birastî jî tadeyekî li gelê me were divê em hemî ji sekinandina xwe û xebatên xwe li gorî vê bimeşînin.”
‘Heta niha me ji bo yekîtiyê xebateke wisa nekiriye ku bibe rojev’
Omer Şahîn wiha qala rol û mîsyona hunermendan a ji bo yekîtiyê kir: “Kêmasiya me hunermenda ye ku em zêde bala xwe nadin tiştên bi vî awayî. Temam em festîvalan li dar dixin li Başûr, li Rojhilat û li dîasporayê hevalên me yên hunermend hene her tim bi wan re tekildar in. Lê birastî heta niha me ji bo yekbûyînê xebateke wisa nekiriye ku bikeve rojevê. Ev weke bi awayekî xwe rexneyî ez vê yekê dibêjim ne tenê ji bo hunermendên Bakur ji bo hemû hunermendên çar parçeyê jî ji bo yên dîasporaya jî ez dibêjim. Birastî jî têkiliya me ya navxweyî destûrê nade ku em di nav hunermendan da yêkîtiyeke neteweyî û hunerî ava bikin. Ez hêvî dikim ku di paşêrojê de wê gavên vê yekê zêdetir bên avêtin ji ber ku têkiliyên me bi gelek hunermendan re heye.”
Bang li hunermendan kir
Omer Şahîn ji bo pêkhatina yekîtiyê ev bang li hunermendan kir: “Ez bang dikim ku hemû hunermendên Kurd nîqaş, nakokî pirsgirêkên îdeolojîk hemûyan deynin cihekî û werih bahev ku dikarin ji bo gelê Kurd çi bikin. Bigihe asteke wisa ku em wexta ku daxuyaniyek li ser yekîtiya hunermendên Kurd derket bila rayedarên me, siyasetmedarên me jî ji vê yekê bi bandor bibin. Lê niha mixabin bandoreke me ya hunermendan ewqas xurt li ser civakê li ser dewleta an jî li ser siyasetê tune ye. Lê hêvîya min ew e ku em hunermendên Kurd bi awayekî jidil ji van nîqaşan derkevin werin ba hev biryaran bigirin û li gorî van biryaran jî em dikarin gelek kesa tengezar bikin û bikaribin li gorî şert û mercên gelê Kurd biryaran bidin girtin.”
‘Divê hunermend bangawaziyekê li siyasetmedaran bikin’
Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn jî behsa girîngiya rol û mîsyona hunermendan kir û wiha got: “Hunermend nabêje ez Kurdê Rojava, Rojhilat, Başûr an Bakur im. Divê hunermend çar parçeyê welatê xwe nas bike û pêşiyê li siyasetmedaran veke. Ji salên 90î ve ji bo yekîtiya neteweyî, konferansa yekîtiyê gelek bang tên kirin. Ji ber vê hewceye hemû hunermendên welatparêz, hunermendên Kurdistanî yên li dîasporaye divê hemû bibin yek di konferansekê de gazî hemû tevgerên li ser navê Kurdistanê dixebitin bikin. Pêşniyar dikim ku konferansek, kongreyek an sempozyûmek bi destê hunermendan bê çêkirin. Divê hunermendên Kurd ên cîhanê bangawazîyeke bibandor li siyasetmedarên Kurd ên li her çar parçeyê Kurdistanê ku ji bo azadiya Kurdan dixebite ew kesên ku bi rastî dilê wan ji bo yekîtîya neteweya Kurd diavêje bikin û pêşiyê li wan vekin. Hunermendê Kurd dikarin perspektîfê ji ava bikin.”













