• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

    Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

    Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

    Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd dest pê kir

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd dest pê kir

    Şandeya DEM Partî dê biçe Îmraliyê

    Şandeya DEM Partî dê biçe Îmraliyê

    370 kesayetên navdar xwestin Abdullah Ocalan bibînin

    370 kesayetên navdar xwestin Abdullah Ocalan bibînin

     Mûrad Karayilan: Hevala Gulistan dê pêşenga nemir be  

     Mûrad Karayilan: Hevala Gulistan dê pêşenga nemir be  

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

    Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

    Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

    Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd dest pê kir

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd dest pê kir

    Şandeya DEM Partî dê biçe Îmraliyê

    Şandeya DEM Partî dê biçe Îmraliyê

    370 kesayetên navdar xwestin Abdullah Ocalan bibînin

    370 kesayetên navdar xwestin Abdullah Ocalan bibînin

     Mûrad Karayilan: Hevala Gulistan dê pêşenga nemir be  

     Mûrad Karayilan: Hevala Gulistan dê pêşenga nemir be  

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

HSDê li Minbicê 28 çete kuştin û 7 erebe îmha kirin

Navenda Nûçeyan /AW

14 ÇILE 2025 - 18:24
Kategorî: ROJANE
A A
HSDê di şerê li gundewarên Minbicê û Pira Qereqozaqê de 28 çete kuştin, 36 çete jî birîndar kirin. Di şer de 5 erebeyên zirxî û 2 erebeyên leşkerî îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê bi daxuyaniyekê bîlançoya duh a şerê li gundewarên Minbicê, Pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di van êrişan de hemû cureyên çekan, balafirên şer, balafirên bêmirov, tank, obîs û çekên giran bi kar tînin. Lê tevahî êrişên wan li hemberî berxwedana şervanên me dişikên.

Saet di 12.45ê 13ê çile de çeteyên dewleta Tirk bi erebeyên BMB û erebeyên zirxî êrişî Mezreya Ebû Seîd a li başûrê rojhilatê Minbicê kirin. Li vir şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de rû da. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Şehîd Harûn li kombûnên çeteyan da û hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Li ser vê yekê çete neçar man ji qadê vekişin. Piştre çeteyan careke din êrişeke nû pêk anî. Şervanên me bersiveke mezin da çeteyan û şer derket. Şer heya saetên pêşîn ên êvarê dewam kir. Encama şer wiha ye: 5 erebeyên zirxî û du erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin, li 18 kombûnên çeteyan hate xistin.

Hêzên me bi çalakiyên bibandor li kombûn û nuqteyên çeteyan xistin. Di her carekê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbên giran dixwin de, bi balafirên şer û yên bêmirov bi dijwarî êriş dikin. Di encama êrişan de 4 şervanên me birîndar bûn.

Di pevçûnan de, bi qasî hat tesbîtkirin ku 23 çete hatin kuştin, 24 çete birîndar bûn, ji wan birîna 10 çeteyan giran e.

Li eniya Pira Qereqozaqê jî şervanên me li nuqte û kombûnên çeteyan ên li gundên Qebû Îmo, derdora Girê Syrialet xistin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker careke din gundên tijî şênî bombebaran kirin. Di vê çarçoveyê de gundê Bîr Hiso û Girê Rûla yên nêzî Pira Qereqozaqê, balafirgeh û embarên genim ên Sirînê bombebaran kirin. Di bombebaranê de tu zirar çênebûn. Hemwextî bombebaranê, dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundên Bîr Hiso, Cada, Nûr Elî, Girik, Tîne û derdora Pira Qereqozaqê topbaran kirin.

Li eniya Dêr Hafirê, balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran nuqteyeke hêzên me bombebaran kir, lê tu zerar çêbûn. Her wiha 4 dronên xwekujî gundê Miftahiyê bombebaran kirin. Şervanên me dronek xist, 3 dronên din bêyî ku zirar çêbin teqiyan. Droneke din jî li gundê Dibsî Efan li nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn xist, lê tu zerar çênebûn. Şervanên me droneke xwekuj xistin. Di heman demê de Yekîneyên Şehîd Harûn li gundê Îmam 4 çalakiyên hewayî li dijî kombûnên çeteyan li dar xistin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin.

Bîlançoya duh: 28 çete hatin kuştin, 36 çete birîndar bûn, ji wan birîna 10 çeteyan giran e. Her wiha 5 erebeyên zirxî û 2 erebeyên leşkerî îmha kirin. Hêzên me li 24 nqteyn çeteyan xistin û droneke xwekujî ya çeteyan hat xistin. 4 şervanên me birîndar bûn û agahî ji 3 şervanên din qut bûye.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

25 TEBAX 2025
Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

25 TEBAX 2025
Temellî: Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

Temellî: Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

25 TEBAX 2025
Îsraîlê 4 jê rojnameger 14 kes kuştin

Îsraîlê 4 jê rojnameger 14 kes kuştin

25 TEBAX 2025
2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd dest pê kir

2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd dest pê kir

25 TEBAX 2025
Şandeya DEM Partî dê biçe Îmraliyê

Şandeya DEM Partî dê biçe Îmraliyê

25 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (371)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne