Êlih / Sêrt – Hevseroka ARÎ-DERê Şînda Ayazgun diyar kir ku 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê ji salên 2000î vir ve tê pîrozkirin û got: “Gelek ziman jî di cîhanê de di bin xetereyên mezin de ne ku bi tune bûnê re rû bi rû ne.” Hevserokê BOTAN-DERê Nacî Îmaç jî got ku pergalên serdest dixwazin zimanê Kurdî li her çar aliyên Kurdistanê ji holê bidin rakirin.”
Di sala 1999an de 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê ji aliyê UNESCOyê ve hatiye ragihandin. Weke her sal îsal jî li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî çalakî û meş tên lidarxistin. Hê jî zimanê Kurdî tê qedexekirin û astengkirin. Li saziyên dewletê ziman nefermî ye, li Meclîsa Tirkiyeyê zimanê Kurdî hê jî wek “X” tê nivîsandin. Zimanê Kurdî li dibistanan ne zimanê perwerdehiyê û li şûna Kurdî bê parastin lê tê bişaftin.
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) a Êlihê Şînda Ayazgun û Hevserokê BOTAN-DERê ya Sêrtê Nacî Îmaç derbarê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku bi salan e li gelek qadên jiyanê zimanê Kurdî qedexe ye.
‘Bingeha hîqûqî pêwîst e’
Şînda Ayazgun anî ziman ku li cîhanê gelek ziman weke zimanê Kurdî bi bişaftinê re rû bi rû ne. Ayazgun diyar kir ku bi taybetî ji van zimanan yek jê jî zimanê Kurdî ye û wiha axivî: “21ê Sibatê weke roja zimanê zikmakî ya cîhanê tê qebûlkirin û ji salên 2000î vir ve jî tê pîrozkirin. Ev roj ne ku roja xwe ji zimanê zikmakî digire, di esasê xwe de vê yekê tîne bîra mirov ku di cîhanê de çiqas cih û reng hene. Gelek ziman jî di cîhanê de di bin xetereyên mezin de ne ku bi tune bûnê re rû bi rû ne. Wekî ku çawa zimanê Kurdî jî di bin xetereyeke mezin de ye. Her wiha ji her alî ve zext li ser zimanê Kurdî têne kirin û bi bişaftinê re jî rû bi rû ye. Ev roj, vê yekê tîne bîra mirov ku ziman ne weke amûrekî ye. Ji xeynî wê bingehê ziman jîngehekî jî di xwe de dihewîne. Dema ku xetere li ser zimanekî hebe ew xetere li ser wê civakê ye jî. Ziman her çiqas bi axaftinê geş bibe jî divê bingeheke hiqûqî jî jê re hebe. Dema ku em qala civakeke demokratîk bikin divê pêşî pirsgirêkên zagonî yên li ser ziman bêne rakirin û rêyek jê re bê avakirin. Da ku ew pirsgirêkên heyî bêne rastkirin. Ji bo ziman jî bi vî awayî bibe xwedî statuyek. Divê ku ne bi tenê di nava malê de bê axaftin, hewceye li bazarê, kolanan, bi siyasetê û bibe zimanê perwerdehiyê ku bi vî awayî geş bibe. Divê ziman di komeleyekê de bi tenê nemîne. Em jî weke xebatkarên ziman ên ji Batmanê, dilxwazên ziman in, çiqas ji destê me bê û armanca me ew e ku em xwe bigihênin gelê xwe. Em dixwazin gelê bê li vir tev li dersên Kurdî bibin.”

‘Ev çerx wê biguhere’
Şînda Ayazgun bal kişand kar û xebatên komeleyê û got ku ji bo siberoja zarokên Kurd divê bi perwerdehiyên daîmî bi Kurdî be. Şînda Ayazgun ev yek anî ziman: “Em dixwazin hemû zarok û ciwanên me bên dest bi perwerdehiya Kurdî bikin. Memosteyên me jî bi piranî kesên ku li vir mezûn bûne û li vir dersan didin. Mamosteyên me li benda xwendekaran in. Lê em bi piranî jî hewl didin ku ji xwendekarên xwe mamosteyan derbixin. Her wiha dema ku em biçin derve bi esnafekî re qala ziman dikin, ji xeynî belavokan bala wan zêdetir têkiliya me ya bi Kurdî dikişîne. Divê axaftina derve ya bazarê bibe Kurdî û kesên diaxivin jî jixwe fedî nekin. Divê em zimanê xwe bikin zimanê bazariyê jî, ji ber ku têkiliya mirovahiyê di wir de zêdetir e. Hewceye ku mirov di wî aliyê de baldar be. Bi taybetî jî dema ku têkilî bi Kurdî be, li cihekî weke Batmanê qet jî nabe pirsgirêk. Em gelek caran li saziyên jî fermî bersivên xwe bi zimanê Kurdî digirin. Dema ku em hinekî çalak û vekirîbin ez bawerim em ê vê çerxê biguherînin. Dîsa jî em 21ê Sibatê li hemû gelên cîhanê û li gelê Kurd pîroz dikin. Û dibêjim ku em bi Kurdî biaxivin û jiyana xwe hemû bikin bi Kurdî.”
‘Her tim êriş li ser zimanê Kurdî têne kirin’
Hevserokê BOTAN-DERê Nacî Îmaç jî bal kişand ser qedexeyên desthilatdaran ên ku li ser zimanan bi rê ve dibin û wiha axivî: “Em 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî yê cîhanê li herkesî û bi taybetî jî li gelê Kurd pîroz dikin. Kesên ku dixwazin gelekî tune bikin pêşî êrişê dibin ser ziman, çand û hebûna wî gelî. Û her wiha bi yekê re dixwazin bê nirx bihêlin û tune bikin. Ew qas Kurd li her çar aliyên Kurdistanê jî zimanê wan tune û biçûk hatiye hesibandin. Ev yek ji aliyê pergalên serdest ên cîhanê ve tê kirin. Ew kesên desthilatdar jixwe re dibêjin dema ku em pêşiya vî zimanî vekin, dê dîsa xwe bi ruhê Kurdewarî ava bikin û çanda xwe xurt bikin. Ji ber vê yekê her tim êriş li ser zimanê Kurdî tên kirin.”













