Colemêrg – Li Colemêrgê dê di 23yê Sibatê de saziya ziman ZIMAN-DER were vekirin. Rêveberên komeleyê diyar kirin ku vekirina komeleyê ji bo wan serbilindiyek e û gotin: “Em ê zimanê xwe li ber hemû qedexe, astengî û zordariyê biparêzin.”
Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) 21ê Mijdara 2016an bi fermana qanûnî ya bi hejmar 677an hate girtin. KURDÎ-DERê berî were girtin bi 34 şaxên xwe li bajar û navçeyên bakûrê Kurdistanê ji bo zimanê Kurdî xebat dimeşandin. Piştî ku KURDÎ-DER hat girtin heta demekî gelê Kurd bêsazî man. Di Gulana 2017an de li Amedê MED-DER, di Adara 2019an de li Wanê jî ARSÎSA vebû û ji bo zimanê Kurdî xebat meşandin. Lê bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re gelê Kurd di qada ziman de jî hewl da rêxistinbûna xwe xurttir bike. Li Colêmêrgê jî di encama xebateke komunal a 2 mehan de, di 23yê Sibatê de dê saziya ziman ZIMAN-DER vebibe.
Hevserok û Rêveberên ZIMAN-DERê derheqê zimanê Kurdî û armanca vekirina saziyê de ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Divê li her derê Kurdî bê axaftin’
Hevserokê ZIMAN-DERê Naîf Beyter da zanîn ku demek dirêj bû dilxwazên ziman dixwestin komeleyeke ziman bê vekirin û got: “Armanca vekirina komeleyê pêşvebirina çand û zimanê Kurdî ye. Li her cihê ku mirov lê dijî; ev sazî û rêxistinên me dibin, kolan û sûk dibin, divê li her derê Kurdî bê axaftin, mirov bi zimanê xwe bijî. Ziman ji bo gelê Kurd wekî nasnameyekê ye û mirov bi kîjan zimanî biaxive xwedî wê nasnameyê ye.” Naîf Beyter bang li tevahiya gelê Colemêrgê kir ku xwedî li saziya xwe ya ziman derkevin û wiha got: “Em dixwazin malbatên me, gelê me zarokên xwe arasteyî kursên ZIMAN-DERê bikin da ku fêrî zimanê Kurdî bibin.”

‘Bila keç û xortên Colemêrgê werin ZIMAN-DERê’
Hevseroka ZIMAN-DERê Esmer Tekîn jî bi lêv kir ku ev komele bi awayekî komunal, bi ked û baweriyê ava kirin e û bi vê xebatê serbilind in. Esmer Tekîn bangî keç û xortên Colemêrgê kir û got: “Bi xwandina xwe, bi nivîsa xwe her yek bila bi qasî zanebûna xwe tev li me bibe. Ez taybetî bangî dayikên rêzdar dikim, bila me tene nehêlin, bila zarokên xwe bişînin Ziman-Derê, bila hînî zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe bibin.”

‘Ziman hebûna civakan e’
Rêveberê ZIMAN-DERê Azad Aslan li ser girîngiya ziman axivî û got: “Ziman hebûna mirovahiyê ye, ziman dewlemendî û rûmeta civakan e. Bi rastî ev demeke dirêj e zext û zordarî li ser zimanê Kurdî hene, her wiha li ser çanda Kurdî hene. Em ê bi sekneke berxwedêr zimanê xwe l dijî van qedexe, astengî, zext û zordariyan biparêzin.”
‘Pêwist e Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
Azad Aslan bang li malbatan kir ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û wiha pê de çû: “Dewlemendiya Kurdî watedar e, ji ber wê yekê me jî xebatek da pêşiya xwe û em ê vê xebatê pêş bixin, lê bila dayik, bav, xw,şk û bira pêşiyê gel hev, paşê jî gel zarokan bi Kurdî biaxivin.” Aslan anî zimann ku dê bi hemû derfetên xwe ji bo civakê bixebitin û ev yek anî ziman: “ZIMAN-DER ne tene saziya du sê kesan e, ya tevahiya gelê Colemêrgê ye. Daxwaza me ew e ku hemû gelê me bi Kurdî biaxive û binivîsine. Pêwist e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê. Em li dijî çi zimanan nîn in, bila zarok her zimanî bizanibin, bes di serî de bila zimanê dayikê ango zimanê Kurdî hîn bibin. Ziman hebûna mirovan e, divê mirov di serî de li zimanê xwe xwedî derbikeve.”

Qeydan dest pê kiriye
Rêveberê ZIMAN-DERê Sabri Akbaş jî qala pêvajoya amadekariyê vekirina saziyê kir û wiha got: “Xebatên me yên teknîkî qediyan. Niha du polên me hene, her polek kontenjana wê 15 kes in. Me dest bi qeyda şagirtan kiriye, yên ku dixwazin werin Kurdî hîn bibin, dikarin serlêdanê bikin.”
Akbaş di dawiya axaftina xwe de bangawazî kir û got: “Bi mebesta 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bernameyeke me heye û di 23ê Sibatê de jî bi merasîmekê em ê saziya xwe vekin. Em hemû gelê xwe vedixwînin bernameyê.”













