* Zimannas û felsefevanê Holandayî Mîchîel Leezberg weke zimanê dayika xwe bi zimanê Kurdî jî dizane û diaxive. Leezberg girîngiya zimanê Kurdî anî ziman û wiha got: “Kurdî xwedî kevneşopiyeke zanist û wêjeyî ye. Divê Kurd şerm nekin û bi zimanê xwe biaxivin. Kurdî zimanekî şêrîn û dewlemend e.”
* Rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîsê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan civîna gel li dar bixe. (11:00)
* Komeleya Lêkolînên Kurdî, Ma Music, NÇM, Komîsyona Ziman a OHDê û HDK bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li navçeya Kadikoyê dê meşek li dar bixe. (12:00)
* Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de dê li Parka Saraçhaneyê ya navçeya Fatîhê bi jinan re bicive. (14:00)
* ANKA-DER di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li avahiya Tum-Bel-Sen a li navçeya Çankayayê ya Enqereyê panela pirzimanî li dar bixe. (13:00)
* ANKA Kooperatîfa Ziman Huner û Perwerdehiyê bi boneya 21ê Sibatê dê bi navê “Zimanê dayikê,i lîstik û bîr” bi malbatan re li ÇandAmedê semînerek li dar bixe. (13:00)
* Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 21ê Sibatê dê bi beşdariya nivîskar Rojbîn Perîşan, Mizgîn Ronak, Herdem Merwanî û Leyla Saraç bi navê “Helbestên Jinên Berxwedêr” li Çand Amedê panelekê li dar bixe. (15:00)








