Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de girîngiyeke stratejîk dide mijara ziman û zimanê dayikê. Ocalan destnîşan dike ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de “ruh, bîr û xwebûna” gelan e. Li gorî nirxandinên Ocalan, civakeke ku zimanê xwe winda bike, rastiya xwe ya dîrokî û kapasîteya xwe ya fikirînê jî winda dike.
21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî ne tenê rojeke ku wek cejn tê pîrozkirin. Ev roj li ser mîrateyeke mezin a berxwedan û bedelên giran, bi xwînê hatiye bidestxistin. Koka vê dîrokê ji berxwedana ji bo ziman û nasnameyê ya Bengledaşê bi navê xwe yê wê demê Pakîstana Rojhilatî tê. Di sala 1947an de dema dagirkeriya Îngilistanê ya li ser Hîndistanê diqede Pakistan ji du dewletan pêk tê. Di sala 1948an de Hikumeta Pakîstanê rûxmê ku ji sedî 56ê gel bi zimanê Bengalî diaxive jî, zimanê Ûrdî wek tekanê zimanê fermî îlan dike. Gelê ku bi zimanê Bengalî diaxivê vê biryarê qebûl nake û ji bo zimanê xwe dikeve nav têkoşînê. Tevgera Ziman ava dike û di 21ê Sibata 1952an de biryara protestoyeke girseyî dide. Hikûmet vê biryarê qedexe dike lê xwendekarên Zanîngeha Dakkayê û gel biryara qedexeyê qebûl nakin û derdikevin kolanan. Hêzên dewletê êrişî gel dike 5 xwendekaran dikujin.
Piştî vê bûyerê jî têkoşîno Bengaliyan a ji bo ziman û nasnameyê berdewam dike û Hikumeta Pakîstanê mecbûr dimîne di sala 1956an de zimanê Bengalî wek duyemîn zimanê fermî qebûl dike. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17ê Mijdara 1999an de 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir û cara yekem di sala 2000î de li seranserê cîhanê hat pîrozkirin.
Ji ber ku gelê Kurd jî bi salan e di warê ziman, çand û nasnameyê de rastî polîtîkayên înkar û bişaftinê tê, zimanê Kurdî li Tirkiyeyê hêjî wek zimanê fermî û zimanê perwedehiyê nayê qebûlkirin, gelê Kurd jî her sal di meha Sibatê de bi rajan derdike qadan û polîtîkayên li se zimnê Kurdî şermezar dike û daxwaza statuya Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî dike. Me bi munasebeta 21ê Sibatê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê ziman û zimanê dayikê de balê dikişînin ser xwe. Me hin nirxandin û analîzên Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya ziman berhev kir.
Ziman wekî ‘laşê ruhê civakê’
Ocalan di pirtûka xwe ya cîlda pêncemîn a “Manifestoya Şaristaniya Demokratîk” de ziman wekî amûra herî pêşketî ya wateyê pênase dike. Ocalan balê dikişîne ser pêwendiya di navbera hiş û ziman de û dibêje: “Mirov bi zimanê xwe difikire. Ger zimanê civakekê were qedexekirin, kapasîteya wê ya fikirîn û afirandinê jî têk diçe.” Di vê çarçoveyê de, ziman ne tenê peyv in; ew dîrok, çand û tecrubeya bi hezaran salan a civakê ne.
‘Qirkirina çandî ji ya fîzîkî xirabtir e’
Di nirxandinên Ocalan de “qirkirina zimanî” wekî cinayeteke li dijî mirovahiyê tê dîtin. Ocalan di pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” de diyar dike ku pergala netewe-dewlatan ya “yek ziman, yek netewe” mirovên li gor heman qaliban difikirin diafirîne û di warê zîhnî de jî yekperestiyê serwer dike. Ev jî bi xwe re di warê çandî de jî bişaftin û qirkirinê tîne. Ocalan radigihîne ku qirkirina çandî ji ya fîzîkî biêştir e û wiha dibêje: “Di qirkirina fîzîkî de beden dimire, lê di ya zimanî de ruh û hiş tê kuştin. Mirovê ku bi zimanê serdestan biaxive, dê di dawiyê de mîna wan bifikire û bibe koleyê sîstemê.”
Perwerdehiya bi zimanê dayikê: Yek ji şertê azadiyê yê sereke ye
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan perwerdehiya bi zimanê dayikê wekî “mafê hebûnê” yê herî pîroz û şertê sereke yê azadiyê pênase dike. Li gorî perspektîfa Ocalan, zarokek ku bi zimanê xwe neyê perwerdekirin, di hundirê hişê xwe de rastî şikestinekê tê û dibe “xerîbê xwe”. Ji ber vê yekê, ji bo “Xwebûn”ê, divê zimanê Kurdî bibe zimanê siyasetê, aboriyê, hunerê û zanistê. Ji bo ku gelê kurd bibe “xwediyê vîna xwe”, divê berî her tiştî “vîna xwe ya zimanî” ava bike. Ango bi Kurdî bifikire, bi Kurdî biryar bide û bi Kurdî bijî. Ocalan tîne ziman ku hest û ramanên herî kûr tenê bi zimanê dayikê dikarin werin îfadekirin. Zimanê dayikê ji bo zarokekî “şîrê ruhî” ye; ger ev şîr were birîn, ew zarok di warê kesayet û nasnameyê de seqet dimîne.
Di ‘Neteweya Demokratîk’ de pirzimanî
Ocalan li dijî yekperestiya netewe-dewletan, modela “Neteweya Demokratîk” pêşniyar dike. Di felsefeya Neteweya Demokratîk de pirzimanî dewlemendî ye; her gel dikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe.
Parastina Zaravayan: Hemû zaravayên kurdî (Kurmanjî, Soranî, Kirmanckî û hwd.) wekî mîrasên dîrokî yên şoreşa Neolîtîk têne parastin.
Zimanê Hevpar: Gel dikarin ji bo têkiliyên navbera xwe zimanekî hevpar jî bikar bînin, bêyî ku zimanên taybet winda bibin.
Ji bo parastin û geşkiririna Kurdî
Abdullah Ocalan di hevdîtineke bi Heyeta Îmraliyê ya HDPê re ya di 15ê Îlona 2013an de, ji bo parstin û pêşvebirina zimanê Kurdî pêşniyarên xwe wiha rêz dike: “Niha divê ez şaşiyan sererast bikim. Li şûna ku hûn ji hikûmetê daxwaz bikin, hûn ê gav bavêjin û xwe birêxistin bikin. Li şûna ku hûn di derbarê zimanê dayikê de daxwaz bikin, divê we perwerdehiya bi zimanê dayikê dest pê bikira. Akademiya Ziman, pirtûkên dersê, baxçeyên zarokan dikarîbû bihata damezrandin. Daxwazkirin ji dewletê şaşî ye. Ev erkê civakê ye, ne yê dewletê ye. Ger hûn nekarin zimanê xwe yê dayikê biparêzin û fêrî zarokê xwe bikin, hûn çawa dikarin wê ji dewletê daxwaz bikin? Ji bo niha, ew dikarin pirtûk, alfabeyek, tiştek wusa bin; pêşî li dibistanên seretayî, paşê dibe ku li hemî dibistanan. Hûn dikarin li Amedê hin dibistanên model ji bo ziman vekin. Dewlet nikare mudaxeleyî vê yekê bike, nikare wê qedexe bike. Di Destûra Bingehîn de prensîba wekheviyê heye. Ev nikarin bi daxwazan ve girêdayî bin. Boykot û hwd. tenê pirsgirêkan gur dikin, ew wan çareser nakin. Ez nabêjim nekin, we biryar daye, lê ew ê tiştekî çareser neke. Ger polîs êrîşî dibistana ku hûn vedikin bikin, divê hûn heta mirinê wan dibistanan biparêzin.”
‘Ziman, çerm an jî laşê çandê ye’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê “Dîrok û Rastiya Çand û Zimanê Kurd” de ziman wekî “nasnameya herî kevnar û xurt” a mirovahiyê pênase dike. Ocalan di vê pirtûkê de metaforeke balkêş bikar tîne û dibêje: “Ziman, çerm an jî laşê çandê ye. Çawa ku mirov bêyî çerm nikare bijî û beden bêçerm li hemberî derve bêparastin dimîne, civakeke ku zimanê xwe winda kiriye jî nikare çanda xwe biparêze.” Ocalan di berdewamiyê de dibeje dema mirov zimanê xwe diguhere, “laşê” xwe yê çandî jî diguhere û dikeve bin xizmeta hişmendiya kesên din.
Erka huner û wêjeyê di parastina ziman de
Abdûllah Ocalan li ser rol û mîsyona huner û wêjeyê jî nirxandinan dike û û diyar dike ku dengbêjî, çîrok û wêjeya kurdî wekî “bîra” ziman in. Ocalan, hunere li dijî asîmîlasyonê, wekî mertalê parastina ziman pênase dike û dibêje: “Zimanê ku nebe zimanê wêje û hunerê, mîna avê disekine û diçilmise. Ji ber wê, divê Kurdî di her qadê de were nûjenkirin.”
‘Windakirina ziman windakirina dêirok û azadiyê bixwe ye’
Ocalan di nirxandinên xwe de balê dikişîne ser “Şoreşa Zîhnî” û dibêje ku azadiya siyasî bêyî azadiya ziman mayînde nabe. Ji bo ku Kurd bibin “xwe”, divê zimanê wan bibe zimanê siyasetê, aboriyê, hunerê û zanistê. Ocalan bang li gelê Kurd û hemû gelên bindest dike ku li dijî asîmilasyonê, di her qada jiyanê de zimanê xwe biparêzin û pêş bixin. Hat destnîşankirin ku windakirina ziman, windakirina dîrok û azadiyê bixwe ye.















