Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku li peravên Sabah ên Malezyayê bi pileya 7.1 erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, îro serê sibê bij pileya 7.1 li li peravên eyaleta Sabah a Malezyayê ya girava Borneo erdhej çêbû. Enstîtuyê diyar kir erdhej nêzî 100 kîlometreyan li bakurê rojhilatê bajarê Kota Kinabalu (paytexta eyaletê) û bi kûrahiya nêzîkî 619.8 kîlometreyan çêbû.
Navenda Hişyariya Tsûnamiyê ya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku ji ber erdhejê ew ne li benda çêbûna tsunamyê ne.













