Kovara Dilopê ya ku bi tirkî û kurdî weşanê dike û serê du mehan carekê tê weşandin, bi hejmara xwe ya 37an a Çile-Sibatê der çû.
Kovara Dilopê ku bi Kurdî û Tirkî weşanê dike, hejmara wê ya dawî derket. Hejmara 37an a meha Çile-Sibatê ya kovarê der çû. Mijara dosyeya vê hejmarê “Hevkêşiya Sûriye û nîqaşa çareseriyê” ye. Gelek nivîskar bi nivîs û mijarên cuda vê hejmarê tije kirin e. Kovar di vê hejmarê de balê dikişîne ser mijarên siyasî yên li Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Kurdistanê. Gelek helbestvan jî helbestên xwe lê kirin e. Kovar li gelek pirtûkfiroşan tê peydakirin.