Li Cizîrê 12emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hunerê bi bernameyên cur bi cur destpê kir. Di mîhrîcanê de daxwaza statuya zimanê Kurdî hat kirin.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê 12emîn Mîhrîca Ziman, Çand û Hunerê ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê û Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belek ve tê lidarxistin bi tevlîbûnek xurt û coşek mezin destpê kir. Di destpêka mîhrîcanê de ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de daxwaza statuya zimanê Kurdî hat kirin.
Piştî daxuyaniyê ji aliyê endamên Saziya Birca Belek ve çêkirina ‘Kulav’ hat nîşandan û piştre Panela Ziman, Wêje û Derûniya Civakê hat lidarxistin. Di panelê de Nivîskar Faysel Ozdemîr bal kişand ser girîngiya ziman ya ji bo civakê û got ku ziman dayîka her tiştî ye.
Danê êvarî jî li Rezê Mîra ku dikeve nava Keleha Birca Belek de dîwana dengbêjan hat danîn. Demgbêj Lavînya, Îpek Top, Hecî Ehmedê Şilyanî, Mihemedê Batî û Xelîlê Serigî stranên Herêma Botanê ji gel re vegotin.
Her wiha di mîhrîcanê de ji bo meşa, ‘Ji bo aştiyê gav biavêje’ ku dê li taxa Cûdî were lidarxistin bangewazî hat kirin.
Mîhrîcan dê sibe li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê bi, ‘Pêşbirka zanist û çandê’ berdewam bike.

















