Dîba Keskîn derbarê wateya 8ê Adarê û têkoşîna jinan de axivî û wiha got: “Jin hêj jî tililiya xelasbûnê venedan lê belê li dijî êrişan, keziyên xelasbûna xwe honandin.”
Li eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê di sala 1857an de karkerên fabrîkaya tekstîlê yên ji bo mafên xwe ketin grevê û polîsan êrişî çalakvanan kirin. Polîsan çalakvan di hindirê fabrîkayê de kilîtkirin û şewatek biguman di fabrîkayê de derket. Di encama şewatê de piraniya wan jin 129 karker jiyana xwe ji dest dan. Ev roj di dîroka têkoşîna karker û jinan de bû sembolek û ji sala 1910an ve ev roj weke “Roja Jinan a Cîhanê” tê pîrozkirin.
Tililîya 8ê Adarê û hişmendiya bi hezar salan

Sekretera Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskînê di çarçoveya 8ê Adarê de axivî. Dîba Keskîn gotineke Kurdan a “şîn û şahî bi hev re ye” bi bîr xist û wiha got: “ Gotineke me Kurdan heye, dibêjin Tililiya 8 Adarê derketina ji wê şînê ye. Lê me hîn ew berxwedan û têkoşîn negihandiye lûtkeya herî bilind. Me tililiya xelasbûnê hêj nedaye. Jin gihişte wê asta ku tililiyan dide û hemû gerdûnê bi xwe dihesîne. Ji bo dewletên Ewropayê tê gotin ku di qada mafê mirovan û her wiha di mafê jinan de pêş ketine. Lê hêj jî li Ewropayê di navbera jin û mêran de hewsengiyek nîne. Mînak hêj jî mûçeye mêran ji ya jinan zêdetir e. Hêj jî di giştî cihanê de sermayê, siyaset û rêverberî di destê mêran de ye. Ji ber wan sedeman wê hêj gelek tililî bên avêtin. Em nû pê dihesin ku jin çawa ji aliyê pergalê ve paş ve hatiye xitsin. Jinên Kurd tililiyan didin û rast e êriş û tundiya li ser hebûn, hiş û bedena jinê berdewam e, lê jinan keziyên xelasbûna ji van êrişan, honandine.”
‘Jinên Kurd divê zaningehên bilind biqedin in’
Dîba Keskînê destnîşan kir ku li cîhanê çend navendên biryargirtinê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma bi teybetî jinên Kurd divê zaningehên bilind biqedinin. Di cihên stratejîk ên mîna civaknasî, oldarî de cîh bigirin. Heya ku em jin li van deran cîh negirin, wê kuştin, binpekirin, tinehesibandin her tim bibe para me. Ji bo vê jî pêwiste jin xwendinên bilind bikin, bibin pispor, bibin xwedî gotin. Dema jinek bi vê rêyê serkeft û destê çar jinên din girt wê ev çar jin, li şûna hezar jinan xebatê bikin. Her wiha teknolojiyê ji her alî ve jiyana ciwanan dorpêç kiriye. Tiştên ku berî 20-30 salan bav û kalên me di medreseyan de xwe digihandin û dixwendin, îro di bin 2 tiliyên ciwanan de ne. Ev pêşkêtin wisa bêqîmet nîne. Heke ciwan vê pêşketinê ji bo xelaskirina xwe û welatê xwe bikin armanc, wê encamên baş bi dest bixin.”
‘Em ji bo mafên jinan qanûnan dixwazin’
Di dawiya axaftina xwe de Dîba Keskîn da zanîn ku ew ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê demokratîkbûnê dixwazin û wiha berdewam kir: “Em ji bo rawestandina kuştina jinan û ji bo jinek karibe bêyî destûra mêr, bav an jî bira zanîngehê bixwîne. Em dixwazin hemû mafên jinan bi guherîna destûr û qanûnan werin pêkanîn. Hêj gelek maye ku di navbera jin û mêran de hevsengiyek çêbibe. Divê ew maf, alîkarî û piştgiriya jinan bê dayîn ku hevsengî û yekitiyaya di navbera jin û mêr de çêbibe. Ji bo pêk hatina vê hevsengiyê jî helbet dem pêwîst e. Lê belê ev ji aliyê vê desthilatdariyê ve çênabe. Divê em xwe birêxistin bikin. Minak, dayikên me di komisyonê de nekarîn bi zimanê xwe biaxivin. Divê em ji bo ku careke din dayikên me nekevine wê rewşê tiştekî bikin. Îro di tariqatan de bi hezaran keçên me yên 7-8 salî bi peçeyan tê pêçandin. Divê jin bibin hilberiner ku ne girêdayî dewletê, ne jî mêran be û bi keda destê xwe bikaribe bijî. Jinên me piştî asta seretayî naçin zaningehan, diçin bajarekî din dibin karkerên demsalî. Divê em ji bo van hemû mijaran yek û yek xebatan bimeşinin.”















