Di topbarana artêşa tirk a li dijî Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 welatî hatin kuştin û 7 welatî jî birîndar bûn.
Artêşa tirk û hêzên girêdayî Tirkiyeyê li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk anî. Di êrîşê de 3 welatî hatin kuştin û 7 welatî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên destpêkê ku nûçegihanên ANHAyê parve kirin, di topbarana dewleta Tirk a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de 3 welatî hatin kuştin û 7 welatî jî birîndar bûn. Rewşa 2 birîndaran giran bû.
Di dema ku karwana şêniyên kantona Firatê berê xwe dan Bendava Tişrînê de dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê êrîşî karwanê kir. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest dabû û 4 jî birîndar bûbûn. Ji roja 8ê Çileyê ve ku karwanên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, berê dane Bendava Tişrînê, ev cara 5an e dewleta Tirk êrişî welatiyan dikin.