Serokê TBMMê Nûman Kurtulmuş di serdana xwe ya AKPê de diyar kir ku êdî dive herkese gotina xwe bi riya siyasetê bêje.
Serokê TBMMyê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya serdana partiyên siyasî de koma AKPê ziyaret kir. Kurtulşum di serdanê de axivî û bi boneya piştgiriya dayîn pêvajoyê spasiya xwe ji AKPê re anî ziman. Kurtulmuş bi bîr xist ku ji ber vê meseleyê bedelên giran dane û diyar kir ku meseleya herî dijwar a Tirkiyê dê bi vê xebatê bi dawî bibe. Kurtulmuş bi gotina, “Em dê ne zarokên xwe çekan binax bikin” balkişand ser girîngiya pêvajoyê û got ku Tirkiye hemfikir e ku êdî tu zarokên xwe ji ber vê mijarê nede axê. Di berdewama axaftina xwe de Kurtulmuş wiha got: “Bila herkese kerem bike, çi gotine kî hebe bila li qada siyasetê bêje.”
Hate zanîn ku Kurtulmuş di hevdîtinê de li ser rapora Komîsyona Meclisê û pêvajoya pêşerojê de bi koma AKPê nirxandiye.












